Çalakvanên xwecihî hişyarî dane ji berdewamiya ‘’Têwerbûna di dahfikên sozên derew de‘’ yên rêjîma Esed, yên buhurtina li kesên deverên peymanên lihevkirinên kotekî, yên ko Rûsya soz bi parastina wan daye, peymanên ko Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê ew red kiribûn, çimkî ew bi hêzê têne çesipandin.
Çalakvanan diyar kir ko rêjîmê ew peyman li herêmên corbicor binpê kirine, û heta nuha bi sedan karmendên berevaniya sivîl û şervanên berê yên artêşa azad hem karmendên Encûmenên xwecihî û rêkxistinên hawarhatinê û yên bijîşkî girtine.
Û bal kişandin ser piraniya operasiyonên girtinê li bajar û bajarokên Xûta rojhelat li gundewarê Şamê pêk hatine, ko nuha rewşeke amadebaşiya ewlehî ya pir xerab ji hêla dezgehên ewlehiyê ve li wir û li herêmên gundewarê Dera û gundewarê Humsê yê bakur çêbûye.
Dezgehên ragehandinê yên xwecihî tekez kirine ko hêzên Rûsî li himber hêzên rêjîmê bo van girtinan ranewestiyane, û ew dibînin ko Rûsya berpirsiyara yekem e bo parastina jiyana sivîlan çimkî peymanên lihevkirina kotekî bi dabînkirina wê çêbûne.
Hêzên rêjîmê tohmetên corbicor bi sivîl û çalakvanan vedikin, tako operasiyonên girtinê pêk bîne, wek tohmeta peywendiya bi xelkên xwe yên koçberî bakurê Sûriyê bûne re, û veşartina çekan.
Ji hêla xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ko ew kirdeyên derheqê xelkên ko lihevhatin pêk anîne an ketine jêr mercên peymana bi kotekî de dibin, tekez dikin ku ew garantiyên Rûsya dabûn derew in û bênirx in.
Hevbendiya Niştimanî destnîşan kir ko dubarekirina van binpêkirinan derheqê rikberan li herêmên lihevkirina kotekî; aliyê tarî ji rola Rûsya û karîna wê ya kontrolkirina hêzên rêjîmê û milîtanên mezhebperest yên bi wan re hevkar in diyar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê