Çalkvanên bajarê Efrînê tekez kirin ku Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê rêveberiya 12 gundên bi ser bajarokê Şêrawa ve li gundewarê Efrînê bi rengekî fermî radestî rêjîma Esed kirin, û rêjîmê jî ala xwe li wan bilind kiriye.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re navên wan gundan weha diyar kirin: “Başmera, Kundi Mezin, Kalute, Bircqaz , Zerneyte, Meyasa, Zareta, Xirabîkê, Aqîbê, Bînê, Saxunaka û Şewarxa“
Zeyno da zanîn ku PYDê xelkên wan gundan ji Nubil û Elzehra re dikirin mertal, û niha rêjîmê ala xwe li wan bilind kirye, û karmendên xwe vegerandine wan gundan, û rêbazên xwendinê yên rêjîmê li dibistanan didin.
Tê zanîn ku bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê hê di kampên PYDê de li derdora bajarê Helebê de ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê