Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Komxebatek ji bo lêkolînkirina bandora şerên li Rojhilata Navîn li ser dosyaya Sûriyê

November 1, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Komxebatek ji bo lêkolînkirina bandora şerên li Rojhilata Navîn li ser dosyaya Sûriyê

Îro înê, Girûpa Kar a Lêkolîn û Rawêjên Stratejîk û Girûpa Kar a Partî û Şepêlên Siyasî yên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, komxebatekê bi sernavê “Berfirehbûna Israîla Dagirker ber bi Libnanê ve û şerên hevparên Îranê û bandora wan li ser Sûriyê” bi amadebûna hejmarek ji nûnerên partî û şepêl û navendên vekolînan li dar dixin.

Komxebat li ser çend mijaran disekine, di nav wan de: Heta çi radeyê dikarin ji hejmûna Îranê û kontrolkirina wê ji Sûriyê re rizgar bibin û ziyanên wê li ser şoreşa Sûriyê bi dawî bikin, û derfetên li pey van bûyeran ji bo sûdwergirtina ji wan di pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê de, ji bilî texmîna rûxandina rêjîma Esed yan guhertina reftarên wê û tevlîbûna wê bi awayekî cidî di pirosesa siyasî ya di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de û rola aliyên herêmî û navneteweyî di dema bê de.

Komxebatê her wiha çend pirsiyar gengeşe kirin, bi taybetî: Gelo biryara bidawîanîna hejmûna Îranê li herêmê hatiye dayîn, yan jî operasyonên leşkerî hê jî bi armanca kêmkirina bandora wê û guncandina wê bi siyasetên Israîla dagîrker re ye? Dê şer li Xezze û Libnanê sînordar be yan dê ber bi welatên din jî ve biçe? Û armanca wî şerî tunekirina milîsên Hizbullahê di warê leşkerî de ye yan jî lawazkirina wê û parastina rola wê ya siyasî li Libnanê ye? Gelo dê Encama hilbijartinên Amerîkayê biryara Amerîkayê ya bidawîkirina bandora Îranê li navçeyê yekalî bike?

Jêder: Ofîsa  Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Girûpên KarKomxebat
Share27TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Duh, Înê, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên partî, aliyên siyasî yên niştiman-perwer û navendên lêkolînan, komxebatek bi navê “Berfirehbûna dijminkariya Israîla dagirker li Libnanê û şerên hejmûna Îranê bi riya peyrewên wê re û bandora wan li ser Sûriyê” lidar xist. Di civînê de çend mijar hatin gotûbêjkirin, di nav wan de ku heta çi astê dikarin ji kontrolkirina Îranê ji Sûriyê re rizgar bibin û ziyanên wê yên li şoreşa Sûriyê dike û derfetên li pey van bûyeran ji bo sûdwergirtina ji wan û giheştina daxwazên gelê Sûriyê ên azadî, rûmet û demokrasiyê, her weha pêkaniya rûxandina rêjîma Esed, yan jî guhertina reftara wê û tevlîbûna wê ya cidî di pirosesa siyasî ya di bin sîwana Netewên Yekbûyî de, û rola aliyên herêmî û navneteweyî. Endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Tohme, bal kişand ser giringiya komxebatê, û giringîdana Hevbendiya Niştimanî bi berfirehkirina beşdariya di biryardana niştimanî de û bûyerên ku li herêmê çêdibin û bandora wan li ser dosyeya Sûriyê. Tohme bal kişand ser wê yekê ku di komxebatê de du nerîn hatin dîtin, beşek bawer dikin ku şerê berdewam li Libnanê destpêka şer e ji bo jinavbirina kontrola Îranê ji herêmê re, û dibe ku derbasî welatin dî bibe, di nav wan de Sûriyê, ku destpêka guhertinekê li herêma rojhilata navîn nîşan dide, û beşê berovajî vê yekê, yên dibînin ku rewşa xizmetguzarîyê di navbera Îran û Amerîka de hîn jî heye, û ev mijar hewleke Amerîka ye tenê ji bo sînordarkirina bandora Îranê. Tohme diyar kir ku komeke din a beşdaran di wê baweriyê de ye ku dê encamê hilbijartinên dahatî yên Amerîkayê rewşê destnîşan bikin û mijar dê zelaltir bibe. Tohme got ku Hevbendiya Niştimanî di wê baweriyê de ye ku di dema dahatî de derfetên şoreşa Sûriyê ji metirsiyan mezintir in, û da zanîn ku bi tenê nehiştina bandora Îranê dê bi awayekî erênî bandorê li rewşa siyasî û heta leşkerî jî bike. Tohme spasiya hemû beşdarên komxebatê kir û tekez kir ku ev xebat ramanan dewlemend dikin û alîkariya xwedanên biryarê dikin ku bûyeran bi awayekî kûr fam bikin û helwestên li gorî daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, dadmendiya civakî û demokrasiyê ne bistînin. Di heman demê de, çalakvana civaka sivîl Aya Qewaf ku yek ji beşdarên komxebatê bû, tekezî li ser giringiya van civînan di navbera Hevbendiya Niştimanî û hêzên siyasî de kir, û da zanîn ku ew destpêka xurtkirina xebatên hevbeş û qebûlkirina cudahiya bîr û baweriyan û rexnê ne, ji bo xebitîna bibandor a di berjewendiya şoreşa Sûriyê û welat de be. Her weha Ebas Şerîfe, lêkolînerê Navenda Kandel bo Lêkolînan, amaje bi wê yekê kir ku şer dê berfireh bibe, û nîşan hene ku şer dê berdewam be û tundûtûjî zêdetir bibe û dibe ku rewşek valahiyê çêbibe piştî bandora Îranê kêm bibe. Şerîfe anî ziman ku pirsa herî girîng a di serê hemû aliyan de ew e ku kî wê vê valahiyê tijî bike li hember rewşa aloz a herêmê, bi taybetî ji ber hebûna hêzên leşkerî yên navdewletî û herêmî li Sûriyê, ligel gotegotên derbarê pêşketina Israîla dagirker li başûrê Sûriyê ji bo cîbicîkirina çarçoveyeke ewlehiyê, he weha derfeta veguhestina siyasî li Sûriyê. Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê ya Sûriyê Omer Şehrûr got ku bê guman lawazkirina kontrola Îranê û milîtanên Hizbullahê yên terorîst li herêmê di berjewendiya gelê Sûriyê de ye, lê wî diyar kir ku ew li dijî projeya niştecihbûnê ya ku ji aliyê Israîla dagirker ve tê pêkanîn e. Ji aliyê xwe ve lêkolerê siyasî Waîl Elwan tekez kir ku giringiya komxebata îro ew e ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide nerîna navendên lêkolînan û hêzên siyasî, û got ku tiştê îro li derdora Sûriyê diqewime bileztir dibe û pir tevlihev e û dê bandorê li hemû aktorên Sûrî û herêmî û navdewletî bike. Elwan bal kişand ser giringiya hewldana Hevbendiya Niştimanî ji bo lêkolînkirina senaryoyan û asta derfetên texmînkirî ji bo xebatê li gorî guhertinên bilez, û heta çi radeyê dikare ji bo zêdekirina derfetan û bidestxistina berjewendiyên gelê Sûriyê tevbigere. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Komxebatek ji bo guftûgokirina guhertinên herêmî yên ji encama berfirehbûna dijminkariya Israîla dagirker li Libnanê û bandora wê li ser Sûriyê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.