Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Tîma “Hevrêzkarên Bersivdanê” rastiya dijwariya jiyana kampên koçberan eşkere dike

November 19, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Tîma "Hevrêzkarên Bersivdanê" rastiya dijwariya jiyana kampên koçberan eşkere dike

Tîma “Hevrêzkarên Bersivdanê” li Sûriyê, tekez kir ku piraniya kampên awareyan li bakurê Sûriyê derdê kêmbûneke mezin di alîkariyên mirovî û yên hawarçûnê de dikişînin, û asta herî nizim ji xizmetguzariyên jiyanê, tenduristî û xwendinê bi dest wan nakeve, û di konên têkçûyî de dijîn.

Ev yek di vekolînekê de ku ji aliyê tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ve li ser rastiya alîkariyên mirovî li kampên awareyên bakurê Sûriyê hat diyarkirin, hevdem bi destpêka zivistanê re, ku ew vekolîn li ser 73,484 kesên derbider ên temnên curbecur li bêhtir ji 611 kampên li parêzgeha Idlibê û gundewarê wê her weha gundewarên bakurê Helebê belav bûne pêk hat, û wê vekolînê bêtir ji 33,473 jin û keçên ciwan û 6,332 zarokên keç û law ku 1,273 kes ji wan xwedî pêdiviyên taybet in li xwe girtine.

Lêkolîna Hevrêzkarên Bersivdanê diyar kir ku ji sal û nîvekê zêdetir e tu çalakiyên mirovahî li 22% ji kampên ku di lêkolîn li ser wan hatiye kirin pêk nahatina.

Encamên lêkolînê nîşan dan ku ji %89ê mirovan alîkariyên xwarinê wernagirin, ji %11ê wan jî alîkariyê werdigirin, lê ne bi awayekî berdewam.

Pirsnameyê diyar kir ku zêdetirî 94% ji kesên lêkolîn li ser wan pêk hatiye di nav kampa wan de xalek pizîşkî tune ye, lê tenê %6 ji wan li hundurê kampê an jî li derdora wê bi dûrbûna 500 metreyî xala pizîşkî heye.

Encama lêkolîna Hevrêzkarên Bersivdanê piştrast kir ku %91 ji awareyan av bi awayekî rêkûpêk naghêje wan, her weha awayê avêtina zibala wan jî ne baş e, di dema ku 9% ji wan ew xizmetguzarî bi dijwarî bi dest wan dikeve.

Li ser asta xwendinê, lêkolînê diyar kir ku zêdetir ji 96% ji zarokan dibistan û navendeke xwendinê di kampa wan de nîne, lê yên mayî li navendeke xwendinê ya nêzî kampê dixwînin.

Di encama lêkolînê de hat diyarkirin ku 98% ji kesên ku di rapirsînê de cih digirin, temenê konên wan ên tê de dijîn bidawî bûye, di encama gelek fakteran de, lê yên mayî piraniya wan neçar mane ku konan ji kîsî xwe bikirin.

Azara herî mezin di nava kampan de rêyên çûn û hatina navxweyî ne, ji ber ku lêkolînê diyar kiriye ku 82% ji awareyan behsa nebûna projeyên çaksazkirin û asfaltkirina rêyan û baştirkirina xizmetguzariyên paqijî û baranê kirin, di heman demê de 18% li ser projeyên li kampan pêk hatine axivîn, lê wan jî bi giştî piştrast kir ku ev proje dê bi destpêka barîna baranê re têk biçin, ji ber ku bi awayekî ne baş hatine pêkanîn.

Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê tekez kir ku rapora lêkolînê eşkere kiriye ku bersivdana Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî tûşî kêmbûneke darayî ya mezin dibin ku ji destpêka îsal ve 27% derbas nebûye, ku karîna wan a dabînkirina tevya hewcedariyên derbideran sînordar dike.

Tîmê tekez kir ku kambaxbûna tunebûna xizmetguzariyên tenduristiyê li kampan, metirsiya belavbûna nexweşiyên vegir peyda dike, nemaze di nav zarok û kal û pîran de, ligel kêmbûna ava paqij, ku peydakirina ava paqij û kazînên avrêjiyê yek ji mezintirîn kêşeyên li kampan e di dema zêdebûna hejmara niştecihên kampan.

Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li ser şert û mercên nebaş ên xaniyan axivî, ji ber ku gelek kesên bêwar di konên têkçûyî de dijîn, ku jiyana malbatan dixe ber metirsiya keş û hewayê û nexweşiyan, û her weha encamên neyînî yên derûnî û tenduristî ji ber şert û mercên dijwar derdikevin.

Duh, duşemê, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyarî ji bobelateke mirovî ya nêzîk da ji ber kêmbûna berdewam a alîkariyên mirovî, û kêmbûna rêjeya welatên ku sozên xwe yên alîkariyan bicih tînin, û zêdebûna hejmara derbideran ber bi deverên rizgarkirî de, bi taybetî bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi lez sozên xwe bicîh bîne, ji ber ku rêjeya hejarî û birçîbûnê digihêje asta herî bilind.

Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehma got ku hejmareke mezin ji kampên awareyên Sûriyê hene, pêwîstiya wan bi çaksazkirinê heye, û ew nikarin xwe li ber şap û bahozan bigirin, herweha got ku weke her sal, vê dawiyê jî helmetên leşkerî yên rêjîma Esed û hevalbendên wê dijî navçeyên rizgarkirî zêde bûn, û bûn sedema derbiderbûna xelkê û êş azarên wan bêhtir kirin û barên NY û saziyên wê giran kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: hewcedariyên zivistanêkampên kesên derbider
Share12TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Raporeke mafên mirovan hişyarîyê dide ji zêdebûna êrîşên pilankirî li dijî dibistanan li bakurê rojavayê Sûriyê

Raporeke mafên mirovan hişyarîyê dide ji zêdebûna êrîşên pilankirî li dijî dibistanan li bakurê rojavayê Sûriyê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.