Raporeke nû ya mafên mirovan hişyarî da derbarê “zêdebûneke metirsîdar ya êrîşên pilankirî” ji aliyê hêzên rêjîma Esed û Rûsyayê ve li ser dibistanên bakurê rojavayê Sûriyê, û bal kişand ser derketina bi sedên dibistanan ji xizmetê û hebûna bêtir ji 2.45 milyon zarokên ji xwendinê dûr ketine li seranserê Sûriyê.
Ev yek di raporteke Berevaniya Sivîl a Sûrî û rêxistina “Parêzvanên Zaroktiyê” de bi sernavê “Agahdariyên Siyasî: Zêdebûneke metirsîdar di êrîşên li ser dibistanan de li bakurê rojavayê Sûriyê” hat ragihandin.
Raporê diyar kir ku êrîşên bi mebest li ser jêrxana sivîl, di nav de dibistan û navendên xwendinê, taybetmendiya kirîza mirovî li Sûriyê ne, ji ber ku wan ne tenê avahî wêran kirine, lê paşeroja Sûriyê jî têk birine.
Her weha got: “Salên şer dê bandora xwe li ser nifşên bê bihêle”, û diyar kir ku “sîstema perwerdeyê di bin fişareke giran de ye, ji ber ku gelek sazî beşek ji wan wêran bûye û hin jê bi tevahî wêran bûne, bandoreke mayînde li ser zarokan hiştine, wek encameke rasterast a êrîşên bi zanebûn dijî navendên perwerdehiyê û taxên sivîlan.”
Raporê diyar kir ku bêtir ji 2.45 milyon zarokî li seranserî Sûriyê bê xwendin mane, û rêjeya herî zêde li herêma bakur-rojavayê Sûriyê ye, ku hejmara zarokên bê xwendin li Idlibê digihêje 69% û li Helebê 38% ye.
Raporê diyar kir ku”Gelek faktor hene ku dibin sedema van hejmarên mezin, di nav wan de ziyana li saziyên perwerdeyê bûye ji ber şerê berdewam û êrîşên bi mebest li ser binesaziya sivîl û taxan, û êrişên li ser karmendên perwerdeyê û xwendekaran.”
Raporê destnîşan kir ku li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, 1054 dibistan li bakur-rojavayê Sûriyê hatine wêrankirin û ev yek bûye sedema ku bi sedên dibistanan ji kar ketine, û got ku êrîşên li ser navendên perwerdehiyê di 13 salên borî de ne wek hev bûn, lê zêdebûnek berbiçav di Êrîşên li ser perwerdeyê di sala borî de heye.
Li gorî raporê, di navbera îlona 2023 û Îlona 2024an de, bi giştî 43 êrîş li ser dibistanan hatine pêkanîn, û di salên 2022-2023 de tenê 8 êrîş bûn, û di salên 2022-2021 de 10 êrîş, ku 200% zêde bûye.
Raporê tekez kir ku ji sala 2011an ve, operasyonên serbazî û bombebarankirina sîstematîk ji aliyê hêzên Rûsî û rejîmê ve, bi hezaran dibistan wêran kirine, û anî ziman ku ev êrîşên dubare li ser jêrxana sivîl li deverên niştecihan diyar dikin ku ew “bi mebest” pêk hatine.
Raporê destnîşan kir ku zêdebûneke berçav di êrîşên li ser dibistanan de li bakur-rojavayê Sûriyê di 12 mehên borî de heye, nemaze piştî gurkirina leşkerî di cotmeha 2023an de, ku armanckirina taxên sivîlan bi şêwazeke sîstematîk hate diyarkirin.
Raporê diyar kir ku tenê di cotmeha sala 2023an de 27 dibistanan li bakurê Sûriyê wêran bûne an ziyan gihaye wan, li gorî Ofîsa Hevrêziya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî.
Di raporê de hat ku ji dema zêdekirina aloziyan di cotmeha 2023an de, rêxistina Parêzvanên Zarokan bi giştî 47 êrîş li ser 40 dibistanî belge kirine û di van êrîşan de zarokek û mamosteyek hatine kuştin û 9 zarok û mamosteyek din jî birîndar bûne.
Di raporê de bi giştî 15 êrîş li ser 14 dibistanan li bakurê rojavayê Sûriyê di sala 2024an de hatine belgekirin.
Raporê temînî li welatan kir ku dijî êrîşên li ser dibistanan derkevin, û hewcedariya hesabxwestin heye hember her biryareke têkildarî rewşa zarokan li Sûriyê di hemû forumên navdewletî yên pêwendîdar de, di nav de Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Encûmena Giştî, û Encûmena Mafên Mirovan.
Raporê daxwaz ji civaka navdewletî, di nav de Komîsyona Şopandina Rastiyan a Navdewletî ya taybet bi Sûriyê, kir ku mekanîzmayên dadpirsînê aktîv bikin û sûcdarên tawanan eşkere bikin .
Herwiha bang li komîteyên lêkolînê kir ku desteyên xwecihî ava bikin yan jî piştgirîya komîteyên xwecihî li hundirê Sûriyê bikin ji bo belgekirina tawanên li dijî zarokan, di nav de êrîşên li ser dibistanan.
Raporê civaka navdewletî han da li ser dirêjkirina dema erkê Komîteya Lêgerîna Rastiyan a Navdewletî ya taybet bi Sûriyê ta Adara 2025an, û karê wê berfirehtir bike û hemû karînan jê re terxan bike da bêhtir li ser binpêkirinên li dijî zarokan raweste.
Û tekezî li ser giringiya piştgirîkirina daxuyaniyeke niştimanî ji bo dibistanên ewledar li Sûriyê kir, ku pênaseyek berfireh ji êrîşên li ser perwerdeyê re tê de hebe û aliyên cihêreng ên xwecihî û desthilatên defakto piştgiriya wê bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ko astengiya herî mezin li pêş pirosesa xwendinê ku hîn jî berdewam e, bombebarankirin û wêrankirina navendên xwendinê ji aliyê çeteyên Esed û alîgirên wî ve ye, ku bûne sedema bêparkirina zarok û ciwanên Sûriyê ji mafê xwendinê di jîngeheke ewle de.
Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser mafê zarok û ciwanên Sûriyê yê xwendinê û pêşkêşkirina pêdawîstiyan ji wan re kir ji bo bidawîkirina proseya xwendinê bi awayekî saxlem û hêmin, bi rêya bizaveke navdewletî ya cidî ji bo rawestandina êrîşên li ser sivîlan û navendên xwendinê, û piştgiriya prosesa xwendinê li deverên rizgarkirî ên ji aliyê Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve tê birêvebirin, ji bo dabînkirina paşeroja bi sed hezaran zarok û parastina wan ji nezanî û tundrewiyê, ji ber ku dabînkirina pêşkeftin, bextewarî û aramiyê di her civakê de berî her tiştî li ser bingeha perwerdeyê ava dibe.
Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê kir ku Esed û çete û alîgirên wî bi awayekî sîstematîk hemû fakterên aramî û jiyanê li navçeyên rizgarkirî dikin armanc, bêyî ku guh bidin yasa, peyman û biryarên navdewletî, yên ku armanckirina dibistan û sivîlan û binesaziyê wek tawan dibînin, ku ew tawankar sûdê ji lawaziya civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê dibînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî