Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Human Rights Watch piştrast dike ku rejîmê fermana Dadgeha Navdewletî binpê kiriye

November 20, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Human Rights Watch piştrast dike ku rejîmê fermana Dadgeha Navdewletî binpê kiriye

Îro çarşemê, Human Rights Watch raportek belav kir, tê de amaje bi wê yekê kir ku rêjîma Esed biryara dadgeha navdewletî ya ku berî salekê hatiye derxistin û tê de ferman dayê ku hemû tedbîran bigire ji bo rêgirtina li kiryarên îşkencekirinê li welat, binpê kir.

Dadgehê di 16’ê mijdara 2023’an de di dozekê de ku Hollanda û Kanadayê li dijî rejîmê vekiribû, ji ber binpêkirina wê ji “peymana dijatiya îşkenceyê” re tedbîrên demkî derxistibûn.

Human Rights Watch piştrast kir ku Sûrî hîn jî di bin metirsiya windakirina bi zorê, mirina di bin îşkenceyê û şert û mercên hovane yên binçavkirinê de ne.

Human Rights Watch û rêxistinin din ên mafên mirovan, û lêkolîna ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatiye fermankirin, nîşan didin ku rêjîma Esed kiryarên xerab li dijî biryara dadgeha navdewletî berdewam dike.

Rapora Human Rights Watch li ser bingeha raporta Tora Sûrî ya Mafên Mirov di Tebaxa 2024an de hatiye amadekirin, ku tê de mirina herî kêm 43 kesan bi sedema îşkenceyê belge kiriye ji dema ku Dadgeha Dadwerî ya Navdewletî biryara xwe derxistiye.

Rapora rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku Sûriyên ku biryar dane vegerin yan jî neçar mane ku ji welatên din ên ku lê bûne penaber vegerin Sûriyê, di bin metirsiya windabûna bi zorê, girtina kotekî di şert û mercên hovane û îşkenceyê de ne.

Raporê destnîşan kir ku her çend hejmarek ji hikûmetên Ewropî gotine ku deverên Sûriyê ji bo vegerandina penaberan ewle ye jî, lê lêkolînên ku ji hêla Human Rights Watch û saziyin din ve hatine kirin nîşan didin ku ev yek ne rast e.

Human Rights Watch tekez kir ku divê welatên ku penaberên sûrî li wan hene demildest vegerandinê rawestînin û rêzê li biryaran bigirin, û her planek ji bo hêsankirin an handana li ser vegera wiha rawestînin.

Hevbendiya niştimanî ya Sûriyê tekez kir ku hîn jî Sûriye ji bo vegera penaberan ne ewle ye, ji ber berdewamiya heman sedemên ku hiştine xelk birevin, ango kuştin, girtin û îşkencekirin, û dît ku raportên mehane û salane yên mafên mirovan vê yekê piştrast dikin.

Û bal kişand ser wê yekê ku binavkirina Sûriyê weke welatekî ewle dabeşkirineke siyasî ye û ne li ser bingeha rastiyên li ser erdê ye, li gor raporên pêbawer ên mafên mirovan ku bi berdewamî binpêkirinên rêjîma Esed li dijî kesên ku ji Libnanê direvin belge dikin, her weha biryara Encûmena Mafên Mirovan di 31ê tîrmeha sala borî de û ya Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî di 9ê cotmehê de.

Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi xurtî kar bike ji bo aktîvkirina pirosesa siyasî û berdewamkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî derbarê pirsa Sûriyê, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, û dît ku ew take-rê ye ji bo çareserkirina koka pirsgirêka penaberan.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: girtina kotekîZindanên Esed
Share32TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hêzên Esed dîsa hatin neçarkirin li ser berdana zarokekî û bavê wî

Hêzên Esed dîsa hatin neçarkirin li ser berdana zarokekî û bavê wî

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.