Piştî êrîşa li ser navendeke ewlekarî û xalên pişkinînê yên leşkerî yên rêjîmê li devera “Cidûr” li bakurê Deraayê, hêzên Esed neçarî berdana zarokekî û bavê wî man piştî du rojan ji girtina wan li Şama paytext.
Malpera “Kombûna Azadên Houranê” got ku rêjîma Esed duh, sêşemê, Hesen Ebdulrehman Helwiya û kurê wî Werd ê 13 salî serbest berdan, piştî du rojan ji desteserkirina wan ji aliyê hêzên rêjîmê li Şama paytext.
Helwiye ji bajarê Casim li gundewarê Deraayê ye û ji bo dermankirina kurê xwe yê bi navê Werd ê derdê şewitîna laşê xwe dikşand çûbû Şamê.
Di bersivê de, şervanên xwecihî bi çekên sivik û navîn êrîş kirin ser xalên leşkerî û nuqteyên kontrolê kirin, di nav de xala kontrola El-Tîra ku di navbera bajarokên Inxil û Casim de ye, û xala kontrolê ya gundê Sêmlînê li bakurê Deraayê, û navenda Ewlekariya Dewletê li bajarê Înxilê di nav de.
Kombûna Azadên Houranê ji zarê serkirdeyekî ji girûpên beşdar di êrîşên li ser xalên pişkinînê yên rêjîmê de, got ku rêjîma Esed neçar bû ku “Helwiye” û kurê wî serbest berde piştî zêdebûna êrîşên li dijî xalên leşkerî li herêma “El- Jidûr” û girtina rêyên herêmê.
Her weha got ku girûpên xwecihî ji ber rewşa girtiyan a mirovî piştgiriya wan kirin, nemaze ku zarok derdê şewata laşê xwe dikişîne.
Ev ne cara yekîn e ku rejîma Esed neçarî berdana girtiyan dibe, ku di vê mehê de Mihemed Elî Husên El-Derewşa hat berdan piştî ku li ser riya şamê bo serdana kurê xwe yê bi nexweşiya penceşêrê yê li nexweşxaneyeke paytextê bû hatibû girtin, piştî fişarên gelêrî û çekdarî û êrîşkirina ser xalên kontrolê yên rejîmê li seranserê parêzgeha Deraayê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ko rêjîma Esed tenê bi zimanê zorê dizane û jê pêve fam nake, û ji ber berdewamiya operasiyonên girtinên kotekî, eşkencekirin, windakirina bi zorê, û daxwazkirina pereyan wek berdêla berdana girtiyan, êrîşkirina li ser navend û baregehên leşkerî û ewlekarî yên rejîmê û revandina efserên wê çareseriya herî baş e, wek xelkê dîtiye, ji bo neçarkirina Rêjîmê li ser berdana xizmên wan ên girtî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî