Raporteke mafnasiyê ya nû diyar kir ko rêjîma Esed di bikaranîna tundûtûjiyê û êşkenceya hovane di zindanên xwe de berdewam e, di encamê de 41 kes di zindan û jêrzemînên rêjîmê de şehîd ketine.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya dawî de diyar kir ko qurbaniyên zindanên rêjîmê 11 girtî li parêzgeha gundewarê Şamê, 11 ji parêzgeha Dera û 4 ji parêzgeha Hema û 2 ji Şamê û Hesekê û 3 ji Dêra zorê û Hums û Reqa û yek ji Idlib û Laziqiyê hatine kuştin.
Toreyê anî ziman di nav şehîdên êşkenceyê de, çar xwendekarên zankoyê, werzişvanek, muzîkjenek û zarokek hene. Û raportên mafnasiyê destnîşan kirin ko operasiyonên êşkenceyê li zindanên rêjîmê bi pîvanên mezhebî nemirovînî bikar tên.
Di 27 heyva borî de lîsteyek bi navê 20 girtiyên ji bajarokê Xirbet Xezale li Dera yên bi êşkenceyê di zindanên Esed de hatine kuştin, gihane navenda nifûsê ya parêzgehê.
Berê jî toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporteke xwe de aniye ziman ko libal wê navên 118hezar girtiyên Sûrî hene, 88% ji wan di girtîgehên rêjîmê de ne, aliyin din yên mafnasiyê texmîn dikin ko hejmar ji wilo bi gelekî bêtir e û bi taybetî bi dehên hezaran bi kotekî veşirtî hene.
Hunermendê wênesaz û girtiyê berê di dawîtirîn tabloyên xwe de awayên hovane yên êşkenceyê yên rêjîm derheqê girtiyan de bikar tîne diyar kiriye, komek zilam nîvtazî û di bin lêdanê de diyar dike, her weha di tabloyeke din de şêweyekî êşkenceyê derxistiye navê wê Busat Elrîh e, zilamek li ser piştê ye lingên wî hilayî ne heta digehên serê wî û wisa di nav du textên giran de girêdayî ye.
Ji aliyê xwe ve jî Hevbendiya niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê got ku berdewambûna rêjîma Esed di kuştina girtiyan de, dihêle metirsî li ser jiyana girtiyên mayî hebe, û tekez kir ko rêjîma ku himber xwepêşinderên aştîxwaz gulle avêtin, wê pê ne giran be dema rikberên xwe di zindanan de bikuje.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev raport alîkar in ji bo “alava navdewletî ya serbixwe û bêlayen”, da dadpirsîn bi berpirsiyarên tawankariyên cengê re li Sûriyê bibe. Û dadwera firensî Katrîn Marşî Oyil ya ko gerek tawanên tawankariyên cengê li Sûriyê amade dike, berî heftiyekê ragehand ko ‘’ewê berî dawiya salê dest bi vekirina du dosyan an bêtir ji kêşeyên vekolînê bike,’’ û dê ew û dadgeha tawankariyên navdewletî ya Lahayî belgeyan pev biguherin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê