Fîlmê Sûrî “Bihêle Bihna Xwe Bikişênim”, yê behsa êrîşa kîmyayî ya rejîma Esed li ser bajarê “Xanşîxon” li Idlebê dike, bi xelata “Emmy” ya ji bo bernameyên televîzyonî yên cîhanî li Amerîkayê tê dan, wek çaktirîn çîroka nûçeyan hat xelatkirin.
Û Filmê “Peyayên Dawiyê Li Helebê” jî bi xelata “Emmy” ya bernameyên televîzyonî yên cîhanî, wek baştirîn fîlmê belgeyî hat xelatkirin. Fîlm behsa xebatên bergiriya sivîl ya Sûriyê “Xwedanên Kumên Sipî” dike, di dema êrîşên esmanî yên dijwar yên hêzên rejîmê û Rûsya li ser taxên rojhilatê bajarê Helebê.
Fîlmê “Bihêle Bihna Xwe Bikşênim” behsa bûyerên bajarê “Xanşîxon” li gundewarê Idlibê dike, piştî bombebarana çekên kîmyayî, par di heyva nîsanê de. Û fîlm dîmenên trajîdî yên jin û zarokan dema ku rastî gazên kîmyayî tên û bi zorê bihna xwe dikişênin nîşan dide.
Ji aliyê xwe ve, derhênerê fîlmê “Peyayên Dawî li Helebê,” û wênegirê fîlmê “Bihêle Bihna Xwe Bikşênim”, Fadî El-Halabî, şabûna xwe bi vê serketinê diyar kir, û dît ku pêşkêşkirina van fîlman derfetek e ji bo gihandina mesajên giring, û ” dibîranîna pirsa gelê Sûriyê û daxwazên wî ji bo azadiyê û aşkerekirina tawanên li dijî wî hatine pêkanîn”.
El-Helebî di daxuyaniyekê de ji bo ajansa “Smart” ya mediayî ragihand ku ” alîkirina gelê Sûriyê ji bo rizgarbûna ji destê rejîma Esed , ew xelata rastî ye”, û tekezî li ser baweriya xwe kir ku “kamîre eger ne îro be, dê sibe guhertinekê çêbike”.
Ji aliyê xwe ve kamîreman Edhem Hisên – wênekêşek ji yên film e- dît ku wergirtina fîlm ji vê xelatê re “serkeftin e ji gelê Sûriyê yê azadîxwaz û şoreşa wî re “, û got “Ez fêm dikim ku maf namirin li dema daxwazkarên wî hebin, û îro em daxwaza mafên zarok, jin û zilamên xwe yên di wê rojê de mirne dikin”.
Hêjayê gotinê ye ku fîlmê “Peyayên Dawiyê li Helebê” yê derhêner û nivîskar Firas Feyad, li demên pêştir bi bîst xelatên navnetewî hatiye xelatkirin, û herwiha ji bo xelata “Oscar” ya belgefîlman hatibû berbijêrkirin. Û fîlmê “Bihêle Bihna Xwe Bikşênim” ji aliyê Riyad El-Husên û alîkarê wî Yeman Xetîb hatiye derhênankirin, û bi wênegiriya Edhem El-Husên û Fadî El-Helebî bû.
Xelata “Emmy” ya ku Akademiya Huner û Zanistên Televîzyonî ya Amerîkî pêşkêş dike, bi baştirîn xelat ji bo bernameyên televîziyonî tê dîtin, û yekemîn car li sala 1949ê de hatiye pêşkêşkirin, û di pileya xelata “Oscar” ya ji bo fîlman de ,û ya “Grammy” ji bo Muzîkê, û “Tony” ji bo şanoyê tê dîtin
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê