Ramangîr û nivîskarê Filestînî yê Sûrî Selama kîla, piştî nexweşiyeke giran koça dawî kir, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê sersaxî pêşkêşî malbata wî kir û tekez kir ku ew yek ji kesayetiyên kar ji bo riswakirina kiryarên terorîstî yên rêjîma Esed dikirin bû.
Şîna wî ji aliyê nivîskarên Filistînî û Sûrî hate ragehandin, ku duhî roja sêşemê li Ammanê paytexta Urdunê koça dawî kir, û Hevbendiya Niştimanî got ku mirina kîla hat piştî “jîyeke dirêj a pirî têkoşîn li dijî zordarî û zulmê, ku pênûsa xwe her ji destpêka şoreşê de ji bo riswakirina kiryarên terorîstî yên rêjîma Esed terxan kiribû “.
Kîla du caran bi destê rêjîma Esad hatibû binçavkirin, cara yekem di sala 1992, an de bo heyamê heşt salan hatibû girtin bi behaneya “dijberiya armancên şoreşê”, û paşê di sala 2012’an hat girtin piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê, û piştî ji zîndanê hat serbestberdan, ber bi Urdunê de çû.
Kîla nêzîkî 30 pertûkên di babetên siyasî, aborî, û teoriya Marksî derxistine, di nav de pertûka “Şoreş û pirsgirêkên rêxistinê”, “Rexna Marksîzma niha heye” û “Emperyalîzm û talankirina cîhanê,” her weha gelek nivîs û zincîreke gotaran di rojnameyên xwecihî û erebî de ku di wan de behsa tawanên rejîmê û şêweyên hovane yên hêzên ewlekariya wê dike, û ew endamê Komeleya Nivîskarên Sûrî bû.
Selama kîla, ramangîrekî Filistînî ye li bajarê “Bir Zeit” yê Filistînê, sala 1955 jidayik bû, û çalakvanekî siyasî bû di nava çepên erebî û berxwedana filistînî de, û zanistên siyasî li zanîngeha Bexdayê xwend, û ji sala 1981’an ve li Sûriyê dima.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê