Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Rêxistineke mafên mirovan raporek pêşkêşî Dadgeha Tawanan a Navdewletî dike derbarê tawanên cengê yên çekdarên Afganî li Sûriyê pêk anîne

November 22, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Rêxistineke mafên mirovan raporek pêşkêşî Dadgeha Tawanan a Navdewletî dike derbarê tawanên cengê yên çekdarên Afganî li Sûriyê pêk anîne

Rêxistina “Mîzan a Lêkolînên Yasayî û Mafên Mirovan” raporek fermî pêşkêşî Ofîsa Dozgeriyê Giştî li Dadgeha Tawanan a Navdewletî kir, tê de çekdarên efxanî, yên ji aliyê milîsên Pasdarên Îranê û yên Hizbullah a terorîst ve tên piştgirîkirin, bi pêkanîna tawanên cengê yên berfireh li Sûriyê tometbar kirin.
Rêxistinê ev binpêkirin weke “tawanên navdewletî yên mezin” bi nav kirin, û got ku ew kiryarên sîstematîk ên berfireh di asta tawanên li dijî mirovahiyê, tawanên şer û qirkirin de ne.
Rapora rêxistina mafên mirovan pala xwe daye benda (2) ji madeya (15) û ya (C) ji madeya (13) ya “Yasaya Romayê ya Bingehîn” û piştrast kiriye ku pîvanên pêwîst ji bo vekirina lêpirsînê têde hene.
Rêxistinê bal kişand ku pesendkirina Afganîstanê ji sîstemê re ji sala 2003an de, maf dide dadweriya Dadgeha Tawanan a Navdewletî ku lêprsînan dijî reftarên welatiyên wê vekin.
Daxwiyaniyê tekezî li ser damezrandina milîsên “Lîwayê Fatimiyûn” kir, ya piştgirîya hêzên rêjîma Esed kirine û bi awayekî hovane sivîl û dijberên rijêmê armanc kirine û tawanên sîstematîk li dijî xelkê sivîl pêk anîne.
Rêxistinê diyar kir ku wê li dîdevaniya hin kesên ji gundewarên Dêra Zorê, Heleb, Şam û Derayê guhdarî kiriye, û behsa beşdarbûna şervanên Afganî li Sûriyê di kiryarên girtina kotekî, windakirina bi zorê, îşkence, kuştin û talankirina mal û milkan û desteserkirina mal û warên xelkê kirine.
Û bal kişand ser beşdarbûna şervanên Afganî di operasyonên dorpêçkirina bajarokan û wêrankirina navendên jiyanê û kiryarên derbiderkirin û koçberkirina bi darê zorê ya malbatan, ku jin û zarok di nav wan de hene, û di kiryarên leşkerî yên dijminane de, ku tê de çekên qedexekirî li ser asta navdewletî bikar anîne û prensîbên mafên mirovan yên navneteweyî binpê kirine.
Rapora “Mizan” a li dijî şervanên Afgan, piştrast kir ku kiryarên ku di navbera salên 2012 û 2024an de hatine kirin, “mercên sûcên navneteweyî yên madî û manewî têde peyda dibin.”
Daxuyaniyê destnîşan kir ku “ew tawan wekî beşekî ji siyasetek sîstematîk a ku sivîlan dike armanc in, lewra Dadgeha Tawanan a Navdewletî li gorî bendê (7) ya derbarê tawanên li dijî mirovahiyê, û xala (8)a derbarê tawanên cengê kare wan dadgeh bike.
Rêxistina mafên mirovan daxwaz ji Dozgerê Giştî yê Dadgeha Edaletê ya Navnetewî kir ku vekolînek pêşîn li ser bûyerên ku derketine holê veke û zanyariyên zêdetir derbarê tawanên di raporê de hene ji van aliyan bixwaze: Mîkanîzma Navdewletî ya Bêalî li Sûriyê, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan û Komîsyona Lêpirsînê ya Navdewletî li Sûriyê, her weha ji dewletan û ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên taybetmend ên mafên mirovan ên navdewletî û Sûrî.
Rêxistinê daxwaza guhdarîkirina li dîdevan û qurbaniyan kir, û dabînkirina rêşûnên pêwîst ji bo parastin taybetî û mafên wan, herweha komkirin û vekolandina delîlan ji bo naskirina kesên herî berpirsiyar di ber tawanan de, misogerkirina dadpirsîn û cezakirinê.
Rêxistina “Mîzan” bangek da taybetmend û pisporên di deste û rêxistinên Sûrî û navdewletî yên pêwendîdar de da ku tîmeke hevbeş berhev bikin ji bo şopandina mijarên ku ji Dozgeriya Giştî de hatine pêşkêşkirin û piştgiriya raportê bi belgeyên zêdetir û kampanyek alîkirina giştî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: daxwiyanîmilîsên mezhebî
Share12TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Bombebarankirina bi avêjerên roketan ji deverên di bin kontirola hevbeş a Rêjîmê û çekdarên PYDê de bû sedema ketina şehîd û birîndaran li bajarê Babê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.