Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS bîranîna duyem a komkujiya hola Senabil li Hesekê roja çarşemê 3-10-2018 vejand.
Şanda ENKS li gel endamên xwecihiyên wê serdana goristana Nofeliyê li gundwarê Dirbêsiyê kirin, paşre heman şandê serdana goirstana Qolo li gundwarê Hesekê kir, û li herdû ciha kêlîkek bê deng rawestiyan û gotin hatin xwendin.
Ebdulsemed Xelef Biro endamê desteya serokatiya ENKS gotina encumanê xwend, têde kiryarên terorî yên rêxistina DAIŞ li dijî sivîlên hola Senabil li bajarê Hesekê şermezar kirin, û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Biro di gotinê de bal kişand ku gelên Sûriyê şoreş ji bo azadiyê li dar xistin, lê rêjîmê rêxistinên terorî vejandin û destê wan di welat de berda da kiryarên terorî pêkbînin, û navê şoreşê bi şêweyekî çewt diyar bikin.
Endamê desteya serokatiya ENKS li ser rewşa deverên Kurdî axvî û bi taybet kiryarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ku çawa dever vala kir û berê wê daye pêşerojek ne diyar, çi di warê leşkerî de çi di warê xwendinê de çi destwerdanên di herêmê de çêbûne, bi bihaneya hebûna PYD û PKK.
Ji hêla xwe ve Beşar Emîn endamê nivîsgeha Siyasî ya Partî Dîmoqratî Kurdistanî- Sûriya û bavê pakrewan Ceger gotina malbatên pakrewanan da, têde spasiya hemû beşdaran kir û sersaxî ji hemû gelê kurd û Sûrî re xwest.
Tê zanîn ku di 3-10-2016 an de kujerkî rêxistina DAIŞ di dema zemawendekê de li hola Senabil li bajarê Hesekê xwe teqand, û di encamê de bi dehan bûn pakrewan û birîndar ketin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê