Rêberê Partiya Pêşverû ya Sosyalîst Welîd Cumblat, rejîma Beşar El-Esed tuhmetbar kir ku ew li pişt bidarvekirina Serwet Ebû Amar e, ew keça ji Siwêda ya ji aliyê çeteyên DAIŞ hatibû revandin, û çalakvanên Siwêda ev yek wek hewldanekê ji aliyê rejîmê ji bo kêmkirina girîngî û giraniya rûsipiyên Siwêda dîtin, û herwiha ji bo neçarkirina xelkê da palê bidin ser rejîmê ji bo çareserkirina arîşeya kesên revandî.
Cumblat duhî roja çarşemê li ser Twitterê matmayîna xwe li hember bidarvekirina Serwet nîşan da, nemaze di demekê de, ku arîşe ber bi çareseriyê de diçû, û got: “gelo ev ne tiştek seyr e, ku Serwet Ebû Amar bête bidarvekirin di dema ku Şêx Ebû Hesen Yahya El-Hecar ligel şêxên El-keramê bi amadebûna efserên Rûsan radibûn bi serbestberdana keçên Koçeran (Bedû), wek destpêşxeriyekê ji bo serbestberdana kesên revandî yên di destê çeteyên DAIŞ de? “.
Û got ku ” wateyek tenê ji vê yekê re heye, rejîm li pişt vê darvekirinê ye, û ew dijî hevkariya Rûsan û hewldanên Şêx El-Hecar e”.
Ji aliyê xwe ve, rojnamevanê Sûrî Malik Ebu El-Xêr, bal kişand ser ku parçeviydoya sêdaredana keçikê, berî her derê li ser rûpela facebookê ya bi navê “Keçên Siwêda yên Revandî ” belav bû, û destnîşan kir ku ev rûpel ji aliyê keçekê ji bajarê Laziqiyê ya bi navê “Inanna Berekat”, û hevjînê wê “Temûz Ehmed El-Ehmad”e tê rêvebirin.
Ebû El-Xêr diyar kir, ku hemû parçeviydoyên têne tomarkirin li ser keçên Siwêda yên revandî, ji aliyê çeteyên DAIŞ li destpêkê bi riya heman rûpela facebookê têne belavkirin, û daxwaza ravekirin û zelalkirina çawaniya vê yekê kir.
Û Cumblat bêtir ji carekê dûpat kiribû ku “Rejîma Esed û çeteyên DAIŞ, her du rûyên heman diravî ne” û bal kişandiye li ser hebûna nîşanên têkiliyê û têgihîştinê di navbera her du aliyan de, herwiha ku rejîma Esad bi pêkanîna teqînên parêzgeha Siwêda yên îsal di dawiya meha tîrmehê de gunehbar kiribû û gotibû: “rejîma Esed tolhildanê û îxanetê li xelkê Siwêda dike, ji ber redkirina wan ji beşdarbûna di nav rêzên artêşa wî de”.
Tê zanîn ku rêxistina çeteyên DAIŞ li êvariya sêşemê keça Siwêda ya revandî “Serwet Fadil Ebû Amar” bidarve kiribû, ew keça temen 25 salî ya ji gundê “Elşikî” yê Siwêda, û dayik û bavê wê jî di êrîşa çeteyên DAIŞ li ser Siwêda hatibûn kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê