Toreya Sûrî ya mafên mirovan tekez kir ko hêzên Esed hêj tawankariyên cengê di zindanan de bi êşkence û kuştinê pêk tînin, û bal kişand ser ko kuştina bi êşkenceyê û girtinên nerewa di heyva bûrî de çêbûne.
Toreyê di du raportên jihev cuda de got ko wê 687 rewşên girtina nerewa belge kirine, û rêjeya girtina ji hêla rêjîmê ve 87% ye, û destnêşan kir ko piraniya wan li herêmên lihevhatina kotekî ne, û ew binpêkirin in ji bendên lihevkirinê re.
Toreyê diyar kir ko 41 kes bi êşkencedana rêjîmê hatine kuştin, çar xwendekarên zankoyê û werzişvanek û muzîkjenek û zarokek di nav wan de hene.
Toreyê got ku rêjîm di rêbaza girtina nerewa de berdewam e, bêyî ko ti kesî ji girtiyan dadgeh bike yan jî li sedema girtina wan bipirse. Û bal kişand ser ko wê nekêmî 170 cihên ku hatine destwerdan û lêgerîn li wan bûye tomar kirine.
Bi wê yekê hejmara kesên bi nerewayî ji destpêka sala 2018ê heta çêriya pêşî hatine girtin gihaye 6109 kesan, piraniya wan bi destê hêzên rêjîmê ne, bêyî hejmarên fermî ji wan re hebin, û ew jî tevlî 118hezar girtiyên ji destpêka şoreşa Sûrî de dibin, tev ko texmîn dibe ku hejmar ji 215hezaran bêtir e.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê got ku berdewambûna rêjîma Esed di tinekirina girtiyan de metirsiyê li ser jiyana girtiyên mayî çêdike, û daxwaz ji civaka navdewletî kir da pêrabênan bikin ji bo yên mayî rizgar bikin, û sûdeyê ji raportan wergirin ji bo alîkariya mîkanîzma navdewletî ya bêlayen bikin, bo yên tawankariyên cengê derheqê sivîlan de pêk anîne siza bikin, û wan ber bi dadgeha navdewletî de bişînin.
Jêder: ofêsa ragehandinê ya hevbendiya niştimanî