Rêkxistina ‘’Dadwerî ji bo Jiyanê‘’ raporteke mafnasiyê derxistiye li ser tawankariyekê ko firokên rêjîma Esed li bajarê Meyadîn li gundewarê Dêra Zorê 2015ê pêk anîye, piştî ko bazarek bi çend mûşekan amanc kiriye û di encamê de bi dehan kes şehîd ketine û yên din birîndar bûne.
Rêkxistinê di raporta xwe de ya ko navê wê kiriye‘’Dengek Ez Nikarim Wî Jibîr Bikim‘’ li ser hevpeyivînên rasterast an yên di rêya internêtê re digel hinek dîdevanan ko ji bombebaranê rizgar bûne û hinek mirovên qurbaniyan pêk anîne, û anî ziman ko encaman tekez kirine ko firokên rêjîmê deverin tije niştecih amanc kirine, û çi amancên leşkerî li bajarê Meyadîn tune bûn.
Destnîşan kir ko vê amanckirinê ziyanên mezin di nav sivîlan de hiştine, û bû sedema ko xanî û dikan wêran bibin, û anî ziman ko ew qedexe ye li gora yasaya 1 û ya 9 ji lêkolîna komîta navdewletî ya xaça sor derbarê destûra mirovî ya navdewletî ya naskirî.
Rêkxistinê anî ziman ko dîdevanekî ji yên hevpeyivîn digel wan hat kirin, li ser bûyerê got: ‘’Du firokan 12 mûşek pev re avêtin, her yekê ji wan 6, me firokên çavdêriyê nedîtin û dengê wan nebihîst tenê me dîtin ku difirin. Bêtir ji 30 kesên ji bajarê Meyadîn bi tenê kuştin, di jiyana xwe de ez ji bîra nakim .‘’
Dîdevanê duyem got: ‘’Kelax li kolanan belav bibûn, gelek bûn, piştî ko min nas kir ku kurê min û birayê min tişt bi wan nehatiye, ez çûm cihê ketina mûşekan ez di ser kelaxan re derbas dibûm, zarokekê bo min got: Mamo bavê min ji min re bîne, min kelaxê jina hevalekî xwe dît, û min xelaxin sotî dîtin ku nedihatin naskirin.‘’
Rêkxistinê daxwaza dabînkirina vekolînên serbixwe û bêleyen kir, ji bo şopandina bûyerên di raportê de hatine, û tê de hatye ku yasaya navdewletî ya mirovî hatiye binpêkirin, û daxwaz kir ko ew kesên guman li wan heye ji bo dadgehên navdewletî bêne pêkêşkirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî