Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî li Istanbolê demjimêr 3 piştî nîvro evro yekşembê 14.10.2018 behiya nivîskar û endamê desteya rawêjkariyê ya Partiya Dîmuqratî Kurdistanî-Sûriya Tewfîq Ebdulmecîd Hesen yê ko li bajarê Istanbolê koça dawî kir lidar xist.
Bi vê helkefta dilêş çend gotin ji hêla nûnerên partî û komele û rêkxistin û revenda kurdî li Istanbolê hatin dan, têde li ser karê wî û rola wî ya serkirdayetî di partiyê de û her weha di biwarê ragehandin û perwerdeyê de axivîn.
Helbestvan Bavê Helebça bi gotareke diltezên dest pê kir, li ser danasîna xwedê jêrazî Ebdulmecîd û li ser pêvajoya jiyana wî ya tekoşînê û rola wî ya rewşenbîrî û bizava wî bo perewrdekirina xortan axivî.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûpriyê, Fûad Elîko, di gotina xwe ya bi nirx de li ser pirinsîb û sincên wî axivî, li ser rawestgehên jiyana wî ya tekoşînê her ji dema li Sûriyê bû, û berdewamiya karê wî li Tirkiyê û karê ko di Hevbendiya Niştimanî de ko bêtir ji du salan kir.
Partiya Dîmuqratî Kurdistanî Mistefa Ebdo (Bavê Salar) gotinek da, têde li ser rola wî ya ronakbîrî di partiyê de û hebûna wî di serpereştiya partiyê de heya roja dawî ji jiyana wî axivî, Bavê Salar daxwaz ji xortên nû kir ko bêtir hevûdu bigirin û guhdanê bi kesên zindî bikin.
Mamoste Osman Egîd gotina nûnertiya Tevgera Çaksazî li Istanbolê xwend, têde li ser rola Ebdumecîd axivî û got ku ew di nivîsandin û helwesta xwe ya netewî de aşkere bû, tekez kir ko Ebdulmecîd destpak hate dunyayê û destpak ji vê dunyayê çû.
Gotina partiya Azadiya Kurdistan (PAK) mamoste Qasim Arkon xwend, têde got: Ji bo berdewamiya tekoşînê; gerek mirov li bejnên wisa binere, sersaxiya malbat û partî û tevgera kurdî li Sûriyê kir.
Tête zanîn ko nivîskar û ragehênerê koçkirî Tewfîq Ebdulmecîd piraniya temenê xwe di xizmeta kêşeya miletê xwe de bûrandiye, sala 1952ê hatiye dunyayê, bi jin e û sê qîzên wî hene, mamosteyê zimanê Erebî bû bi çalakî di belavoka (Dengê Kurd) ya Partî de kar kiriye, endamekî partiyê yê aktîv bû, pile bi pile ber bi jor ve di rêkxistinê de pêşve çû, heta giha komîta navendî û piştî kongirê yekbûyî bû endamê desteya rawêjkariyê, û bi pênûsa xwe xebat berdewam kir heta 12.10.2018ê roja înê li Istanbûlê koça dawî kir.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê