Çalakvanên bajarê Kobanê tekez kirin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê li gundewarê Kobanê keçeke temen biçûk revandin, û bal kişandin ku leşkerkirina zarokên temen biçûk li herêmên Kurdî li Sûriyê berdewam e
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku zaroka bi navê Ewêş Bozan ji gundê Xerebîsan rojhilatî Kobanê ya 16 salî hat leşkerkirin ji aliyê PYDê ve, her weha zaroka bi navê Yasmîn Arif a 17 salî di şerê PYDê de jiyana xwe ji dest da.
Mihemed bal kişand ku çekdarên PYDê di leşkerkirina zarokên temen biçûk de berdewam in, tevî imzekirina wan ji hin aliyên mafên mirovan li cîhanê re.
Mihemed kiriyarên PYDê rexne kirin, û doz li rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li ser hêza leşkerî a PYDê bike; da leşkerkirina zarokên temen biçûk were rawestandin, û her wiha hemû zarokên leşkerkirî werin azadkirin û vegerin nav malbatên xwe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê