Hin girtiyên Zindana Hemayê ya navendî bang li rêkxistinên mafnasiya navdewletî kirin ko tevbigeri bo rahiştina sizayê dardakirinê yê nerewa yê rêjîmê bi sedema derketina wan bo xwpêşindanên aştiyane, ew bi dardakirinê siza kirine.
Çalakvanin Sûrî dengê girtiyekî ko sizayê dardakirinê li ser wî ye belav kiriye, yê girtî diyar dike ko gunehê ko dê ji bo wî bête dardakirin ew e ku derketiye xwepêşindaneke aştiyane û doza azadiyê kiriye, û destnîşan kir ko wî tu tawana kuştinê an binpêkirina mafê kesekî nekiriye.
Yê girtî di tomarkirina dengê xwe de tekez kiriye ko ew ji hêla hêzên rêjîmê berî heft salan hatiye girtin, li zindana Seydnaya li gundewarê Şamê çend salan maye , di pey re hate guhastin ber bi zindana Hema ya navendî û nuha dê wî dîsa li Seydnaya vegerînin bo wî darve bikin
40 girtî hatine agahdarkirin bo wan bibin zindana Seydnaya ya navendî li gundewarê Şamê, 11 kes di nav wan hene, rêjîmê ew bi sedema ko derketine xwepêşindanên aştiyane girtine. Û sizayê dardakirinê derheqê wan de sala 2016ê derketiye, lê ew cîbicî nebûye, ji ber wê hingê girtiyan serîhildan li zindanê kirin.
Yê girtî daxwaz ji civaka navdewletî kir bo tevbigerin tako wan rizgar bikin û wan ji zindanan derxînin, û bang li rêkxistinên mafnasiyê û hemû Sûriyan bêcudatî kirine û gotine: ‘’ Jiyana girtiyan di hustê hemû miletê Sûrî de emanet e ‘’
Tê destnîşankirin ko berê di 16 gulana 2016ê, girtiyan li zindanê serî hildabûn tako sizayê dardakirinê ji ser wan rabe, û daxwaz kirin ko siza ji ser wan bête rakirin, lê hêzên rêjîmê daxwazên wan red kirin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan duhî raportek belav kiriye têde diyar kiriye ko nekêmî 95hezar Sûrî ji destpêka şoreşê ve adara 2011 heta tebaxa bûrî hêj veşartiyên kotekî ne.
Rêkxistina lêbûrîna navdewletî di heftê sibata 2017ê raportek li jêr navê ‘’qesabxaneya mirovan ‘’derxistiye, têde aşkere kiriye ko heta nuha hêzên rêjîmê 13hezar kes li zindana Seydnaya darda kirine, piraniya wan sivîlên rikberên rêjîmê ne .
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî/Acansa Simart