Çalkvanên bajarê Efrînê tekez kirin ku Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê bi sedan keç û xortên Efrînê ji kampan dişîne eniyên şer li rojhilatî Ferêt û deverên din.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku “di demên dawî de bi sedan xort û keç li kampên PYDê li bakurî Helebê hatin leşkerkirin”.
Zeyno diyar kir ku PYDê li kampên bakurî Helebê zarokên temen biçûk jî leşker dike û dişîne eniyên şer li rojhilatî Ferêt.
Her wiha Zeyno bal kişand ku xelkên Efrînê nerazîbûna xwe didin diyarkirin derbarê leşkerkirina zarokên xwe, lê PYDê guh nade wan û got:”xelkên Efrînê di hindir kampan de hatine dorpêçkirin, û nikarin xwe û zarokên xwe rizgar bikin”.
Zeyno aşkere kir ku PYDê û rêjîma Esed rê nadin xelkên Efrînê ku vegerin ser mal û milkên xwe yan herin bajarê Helebê, û bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê li derdora bajarê Helebê de ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê