Li perawêza hevdîtinên desteya siyasî li bajarê Gaziantebê li Tirkiyê, ji aliyê Ofîsa piştgiriya danûstandinan ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ve, worşopek gotûbêjkirina coreyên sîstemên hikûmraniyê ji bo paşeroja Sûriyê hat lidarxistin.
Workşop hat lidarxistin bi beşdariya yasanas û çalakvanên mafên mirovan û pisporên biwarê coreyên hikûmraniyê, û têde sîstemên rêveberiyê yên cuda tevlî başî û nebaşiyên wan hatin gengeşekirin, bi armanca amadekirina seqayekê ji bo bidawîkirina desthilata stemkar li Sûriyê ya bi dirêjahiya dehên salan û nehêlana dubarekirina wê.
Serokê ofîsê û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Hewas Sadûn, tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar dike ji bo piştgiriya desteya danûstandinê bi dose û belgeyên nû ji bo piştgiriya pêvajoya danûstandinan, û ji bo pêkanîna sîstemeke nû ya hikûmraniyê di nava çarçoveya çareseriya siyasî ya giştî de, ya ligorî tekstên biryarên navnetewî, bi taybetî jî daxuyaniya Cenevre û biryara 2254.
Sadûn bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî dê hewldanên xwe berdewam bike ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo bidestxistina sîstemeke demokratîk û firealî ji bo nûnertiya rastiya corbicorbûna gelê Sûriyê bike, û rê li ber qebûlkirina mafan û beşdariya hemû hemwelatî û pêkhateyan bike, û got ku ev workşop wê her demekê lidar bikevin, ji bo dabînkirina baştirîn şêweyê hikûmraniyê.
Û bal kişand ku ji bo pêkanîna veguhestina tekûz li welêt li gor biryarên navnetewî , hewcedarî bi diristkirina bingehên pêwîst ji bo avakirina sîstemeke nû ya rêveberiyê heye, ku nehêle ti alî yan dezgeha dewletê biryarê bi tekûzî kontrol bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê