Balyozê berê yê Emerîka yê dosyên tawanên cengê, Stîvên Rab, tekez kir ku Komîteya Dadwerî û Lêpirsîna Navdewletî, heta niha zêdetirî 750 hezar belgehên ku dikare di dadgehkirina rejîmê de bikar bîne û di serê wê de Beşar Esed bidest xistine.
Rab yê ku serokê Komîteya Dadwerî û Lêpirsîna Navdewletî ye, di çarçoveya hevpeyvînekê ligel tora “ABC NEWS” ya Emerîkî amaje kir ku ev belgehên derbarê pêkanîna rejîma Esed ji tawanên cengê re li Sûriyê, “yên herî bihêz in ji destpêka dadgehên Normburg yên derbarê tawanên cengê yên şerê cîhanî yê duyem”.
Rab da zanîn ku dê bidûvçûna dadwerî bighê pileyên herî bilind yên rejîmê, û di nava wan de Beşar Esed, û destnîşan kir ku “Heger hat û Beşar Esed bi dehên salên din jî bijî, tekez dê rojekê bê dadgehkrin, ji ber ku cîhan van tawanan ji bîr nake”.
Serokê komîteyê got “wan karî 800 kesan ji qurbaniyan destnîşan bikin, ku piraniya wan ji xwepêşanderên ku rastî îşkenceyê hatin û zindanên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane”, û diyar kir ku bi taybetî ew belgehên îşkenceyê yên di zindanan de bûne, wê pişta tewankaran bişkînin.
Rab destnîşan kir ku Rûsiya û Çîn nehiştin ku Encûmena Ewlekariyê tawanên rejîmê radestî dadgeha tawankariya navdewletî bike, lê hin bijardeyên din ji bo pêkanîna dadweriyê hene, û yadaştnameyke girtinê li cem wan heye ku dê nêzîk derkeve, û dê rojek were Beşar Esed rastî yadaştnamyeke girtina navdewletî were.
Komîteya Dadwerî û Dadpirsîna Navdewletî ligel hin welatiyên Sûriyê li hundir û derve, kariye zanyariyên zêdetir li ser tawanên ku li Sûriyê hatine kirin kom bikin, herwiha karîne du milyon tomarên vîdiyo yên ku li cem grûpa “Erşîfa Sûrî” ye bidine hev.
“Erşîfa Sûrî” pişta xwe bi wan zanyariyên ku fermandarê Sûrî yê ku dev ji artêşê berdabû, û bi navê “Qeyser” tê naskirin pêşkêş kirbû, ku hejmarek mezin ya wêneyên termên ku dighan nexweşxaneya Tişrîn ya leşkerî li Şamê heta sala 2014an, û li gelek cihên navdewletî ev wêne hatine pêşandan.
Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê