Xwendekarên zanîngeha Mari’h li bakurê Helebê piştgiriya xwe ji girtiyên di girtîgehên rejîma Esed de re bi riya xwepêşandanekê ragihandin, û bi riya bilindkirina pankartan bang li civaka navnetewî kirin ji bo bilez destêwerdanê bike ji bo serbestberdana girtiyan.
Xwepêşandan duhî sêşemê ji aliyê “Tîma Pizîşkên Paşerojê” bi beşdariya bi dehan ji xwendekarên zanîngehê lidar ket, û pankartên piştgiriya girtiyan û şermezarkirina binçavkirina wan kesên rastî kuştin û îşkenceyê tên di zîndan û girtîgehên rejîmê de bilind kirin.
Ev xwepêşandanên piştgiriyê di çarçoveya şermezarkirin van tawanan de tên , bi daxwazkirina bidawîanîna trajediya kesên binçavkirî û malbatên wan ji dezgehên navnetewî, ku girtî di girtîgehan de rastî îşkence û kuştinê tên li pêşiya çav û guhdarkirina dinyayê, bêyî hebûna çi bizavekê ji aliyê civaka navnetewî û dezgehên wê.
Hevdem ku li deverên bakur yên rizgarkirî, çend xwenîşandanên hevşêwe hatine pêkanîn li dijî kiryarên rejîmê yên li dijî girtiyan , bi taybetî piştî hatina lîsteyên navên bi sedan kesên hatin binçavkirin û ji encama îşkenceya di girtîgehên rejîma Esed de hatine kuştin.
Li demeke pêştir, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de ku 2’ê vê heyvê de belav kiribû, û têde kuştina 14 girtiyan ji ber îşkencê li Sûriyê bi destê hêzên rejîma Esed eşkere kiribû, û behsa kuştina 964 kesan ji ber îşkencê li Sûriyê ji destpêka sala 2018’an de kiribû , û tekez kiribû ku 939 kes ji ber îşkencê di navendên ewlehiyê de bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin.
Hêjayê gotiyê ye ku Rêxistina Lêborîna Navnetewî “Amnesty” ji berî salekê raportek di bin sernavê “Qesabxaneya Mirovan” belav kiribû û têde gotibû ku zêdetir ji 11 hezar kesên binçavkirî di girtîgeha leşkerî ya Seydneya de hatine bidarvekirin, û diyar kiribû ku her ji destpêka şoreşa Sûriyê ji sala 2011’an ve bi hezaran kesên sivîl, di nav de jin û zarok, bi destê hêzên rejîmê hatine binçavkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê