Rêkxistina Netewên Yekgirtî ya Zaroktiyê (Unicef) got ko du şîrmij di kêmî hefteyekê de li kampa Elrikban nêzîk sînorê Urdinê mirine, û hişyarî da ji serma zivistanê û kêmbûna piştgiriyê ko dibe sedema gefê li jiyana 45hezar kesên li wir dijîn.
Xîret Kalarî birêveberê herêmî yê rêkxistinê li herêma rojhelata navîn û bakurê Efrîqa got: ‘’ Ev hefteyeke dine ya xemgîn di ser zarok û malbatan re li kampa Elrikban derbas dibe, ko du zarokên temenê wan kêmî şeş mehane ji ber nexweşiyê mirin.‘’
Daxuyaniya rêkxistinê got: ‘’Serme di pileya qeşayê de ye, û heyberên bingehîn kêm in, jiyana nêzîk 45hezar kesan ji nav wan jî hejmarek mezin ji zarokan di metirsiya mirinê de ye‘’.
Kampa Elrikban ketiye ber dorpêçekê ji cehzerana bûrî de ji hêla hêzên Esed û Rûsya yên ko dixwazin kampê ji hev bixin, û lihevkirinan bi kotekî li ser niştecihan feriz bikin, da wan li herêmên wan vegerînin , ew herêmên li jêr kontrola rêjîma Esed . û bi dehhezaran derbider li kampê hene, û bi hezaran kêmendam di nav wan de hene, ku 1460 ji wan jin in, û 1621 zilam in, û 4273 zarok in.
Kabalarî xweşhaliya xwe bi gihandina alîkariyên mirovî û yên bijîşkî da diyarkirin, û got: “ lê pêdiviya wan bêtir heye”. Û daxwaz Ji hemû aliyan kir ko rêka gihaştina alîkariyên mirovî bo zarokên hewcedar li Elrikban û herêmên din, û vegera penaberan ya aram û ya jixweber hêsan bikin‘’
Gelek nexweşî bi destpêka zivistanê re Li kampê çêbûne, ew rewşa ko hişt hejmara nexweşan bêtir bibe ji nav wan jî zarok, di du mehên bûrî de, û “Tîma Hevrêzkar” mirina 14 kesan li kampê belgeh kiriye.
Hevbendiya Niştimanî ji rêkxistinên hawarhatinê yên navdewletî daxwaz kir ko zarokan rizgar bikin, çimkî ew bêtir hewcedar in, û got ku ew li benda yên ko wan ji pirojeyê birçîkirinê rizgar bikin, ew pirojeyê ku rêjîm dijî wan pêk tîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî