Bergiriya Sivîl ya Sûriyê diyar kir ku çar kesên sivîl hatin kuştin û neh kesên din birîndar bûn, bi sedema teqîna motorsîklekî mayînkirî li bajarê Efrînê, û ev teqîn hat piştî zincîreke teqînan li dijî bajar û bajarokên din yên li gundewarê bakurê Helebê.
Bergiriya sivîl di daxuyaniyekê de, pêşbînî kir ku dibe hejmara şehîdan zêdetir bibe, ji ber birînên giran yên hin birîndaran, û çalakvanan bal kişandin ser ku hate dîtin motorsîklek ji aliyê hejmarek ji kesên ciwan yên nenaskirî li kolana “Raco” li pêşiya nanpêjgehekê hat danîn, û piştre ew kes ji ber çavan winda bûn û motorsîkil hat teqandin.
Duhî Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistefa tekez kir ku êrişên terorîstî yên li ser deverên deşta bakurê Helebê dibin, armanc ji wan belavkirina tirsê û têkbirina ewlehî û aramiyê ye li wan deverên aram yên ji bo parastina sivîlan.
Serokê Hevbendiyê dît ku tişta dibe “Nîşana bêkêrî û tinebûna bijardeyan e li pêşiya piştgirên terorê”, û tekez kir ku “Vîna xelkê Sûriyê dê berdewam be, li ser rêya ber bi azadiyê û sizakirina hemû sûcdar û tawanbaran, û ti kes di guhertina riya pêkanîna armancên şoreşê de ser nakeve “, û diyar kir ku “Azadîxwazên Sûriyê dê bikaribin aştiyê li welat pêk bînin û şerê terorê bikin “.
Û tekez kir ku “Divê tawankarî li dijî xelkê Sûriyê raweste “, û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî ligel artêşa azad dê bi hemû karînên xwe kar bike, ji bo “Dadgehkirina piştgirên terorê û paşmayên wê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê