“Koma kar ya ji bo Filistîniyan li Sûriyê” Di dawîtirîn rapora xwe de kuştina 563 penaberên Filîstînî di bin îşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de eşkere kir, û bal kişand ku hejmara girtîyên Felestînî yên di girtîgehên rejîmê de gihiştiya 1711 kesan.
Koma kar duhî roja duşemê ragihand, ku sê penaberên Filîstînî yên binçavkirî ji destpêka vê heyvê de di girtîgehên rejîmê de ji wan du bira bi îşkenceyê hatine kuştin, tevî binçavkirina du penaberên din, û diyar kir ku gelek malbat girtina zarokên xwe vedişêrin, ji tirsa zêdegaviyên dezgehên ewlekariya rejîmê.
Komê diyar kir ku girtiyên Filistînê yên di zindanên rêjîma Esed de bi hemû awayan rastî îşkenceyê dibin, ji aliyê dezgehên ewlekariyê û di navendên binçavkirinê û navendên nehênî û veşartî û fermî de, bêyî hîç çavdêriya mirovî û saxlemiyê.
Tê zanîn ku ji aliyê “Koma kar ya ji bo Filistîniyan li Sûriyê”, binçavkirina 1680 Penaberên Filistînê, di nav de 106 jin hatibû belgekirin, hevdem ku kom pêşbîniya hebûna nekêmî 1712 girtiyên Filistînî di girtîgehên rêjîmê de dike, ji ber veşartina agahiyan ya ji aliyê rejîmê dibe, bi veşartina rewş û çarenivîs û cihên binçavkirina wan.
Herwiha ligor beşa lêkolînan ya ser bi Koma navhatî ve, 150 hezar ji 650 hezar penaberên Filistînî ji Sûriyê koçber bûne, herwiha bêtir ji 60 ji sedî ji wan bêtir ji carekê di hundirê Sûrî de derbider bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê