Destehilata Sûrî ya demkî diyar kir ko ew kar dike bo berhevkirineke nû ji wezareta berevaniyê re pêk bîne, hem jî pileyên efserên karmend di nav Artêşa Niştimanî de bilind bike.
Ew di civîna ko serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb digel serokê desteya Erkan emîd Fedil Elah Elhecî û serpereştê polîsên leşkerî û serokê dadweriya leşkerî duh duşemê lidar xist de hat.
Desthilata demkî di daxuyaniya xwe de duh sêşembê got ku civînê jinûberhevkirina wezareta berevaniyê û her weha gera ko efserên wezareta berevanî û Erkan ji bo şopandina karê yekîniyên artêşa niştimanî gengeşe kirin.
Civîngeran mijara bilindkirina pileyên Efseran gotûbêj kir, û pêşbînkirî ye ku biryara bilindkirina efserên cudabûyî û serpereştên alayan di hefteyên dahatî de li gora daxuyaniya desthilata demkî pêk were.
Wezareta berevaniyê ya desthilata demkî damezirandina artêşa niştimanî Sûrî di dawiya sala 2017 ragehandiye, û tekez kir ko ew artêş ne tenê li herêmên bakur û rojhelatê Helebê be, lê dê bigehê tevaya xaka Sûriyê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî