Toreya ‘’Ena Hiye ‘’ duhî sêşembê kongirek bo lidijderketina tundûtûjiya li dijî jinê li Kefer Nubil li gundewarê Idlibê bi beşdarbûna 25 jinan birê xist, di kongir de filmek li ser jinên Sûrî yên rastî tundûtûjiyê bûne hate pêşkêşkirin.
Di daxuyaniyekê de hevrêzkara kongir Zekiya Mehmûd ji acansa Simart re got ku, ev kongir encamê karekî dirêj ji bo destpêşxeriyekê derbarê tundûtûjiya lidijî jinê ye, ku li ser cûreyên tundûtûjiya li dijî jinê li Sûriyê hate li darxistin.
Elmehmûd diyar kir ko aremanc ji kongir ew e, gihaştina gotina jinên ku ziyan gihaye wan, destnîşan kir ko filmê di kongir de hate pêşkêşkirin li ser jinên ziyan li wan hatiye kirin diaxive, ko ev jin nimûne ne ji hejmarek mezin ji jinên di civakê de.
Berê jî çend jinan li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê ahengek ji bo kampaniya cîhanî ya lidijderketina tundûtûjiya li dijî jinê li dar xistibûn, ji bo bihêzkirina rola jinê di civakê de û hişyarkirina wê ji bo naskirina cûreyên tundûtûjiyê.
Jinên ko di kampaniya cîhanî de beşdar bûn diruşmên ‘’tundûtûjî lawazî ye, ha ji nazikan hebin, jinan biparêzin û wan ne êşînin, tundûtûjiya li ser cûreyê civakî li hemû deveran bi dawî bikin, ‘’ hildabûn.
Amanc ji Kampanya ko toreya ‘’Ena hiye ‘’ dest pêkir ye ew e, lidijderketina tundûtûjiya li ser jinên Sûriyê û navtêdana bilindkirina dengan bo beraberiya tundûtûjiyê û aşkerekirina wê û redkirina hemû cûreyên wê bi dîtina alavên xwecihî bo bidawîkirina tundûtûjî lidijî jinê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî