Navenda Sûrî ya azadiya rojnamegeriyê ya kombenda rojnamevanên Sûrî, di raporta xwe ya evro derketî de, 4 binpêkirinên li dijî ragehandinê li Sûriyê di heyva çileyê pêşî 2018ê belgeh kirine, û rêjîma Esed berpirsa sê binpêkirinan ji wan bû.
Raportê destnîşan kir ko rêjîma Esed di sere lîsteya aliyên binpêkirina azadiya ragehandinê kirine de ye, bi pêkanîna sê binpêkirinan li Şamê , û binpêkirina çarem bi destê Desteya Tehrîr Elşam li Idlibê bûye.
Raporta kombendê anî ziman ko hejmara binpêkirinan li tevaya Sûriyê tev li ya heyva bûrî; 95 binpêkirin bûn, û kombend dibîne ku rêjeya binpêkirinan li gora salên bûrî kêmtir e.
Raportê diyar kir ko di çarîka dawî de ji sala 2018ê; nêzîkkbûnek di hejmara binpêkirinan bi çarîka duyem re çêbûye, lê çarîka yekem ji 2018 ya herî bêtir binpêkirin têde çêbûne, û binpêkirinên di çileyê pêşî de yê 2018ê, girtin û rawestandin û binpêkirin li dijî navend û dezgehên ragehandinê pêkhatina.
Raportê tekez kir ko rêjîm berdewam e di tengavkirina azadiya ragehandinê de li herêmên li jêr kontrola xwe de, ko navendê di çileyê pêşî de 2018, girtina dezgehên ewlehiya rêjîmê ji du ragehêneran re belgeh kiriye.
Toreya Nûçegehanên bêsînor di sala 2018ê de, Sûriyê xistiye rêza duyemîn di nav welatên bêtir ragehêneran tengav dikin, û di raporta xwe ya salane de ya di 18 çileyê bûrî de derxistiye.
Toreyê destnîşan kir ko sala bûrî ne kêmî 80 kesan şehîd ketine, û hêj 348 kes girtî ne, û 60 kes wek giraw tên jimartin, û ev bilindiya hejmaran derbarê karmendên biwara ragehandinê tundiyeke bêhempa nîşan dide.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî