Duhî roja çarşemê, “Grûpa Kar ji bo Filistîniyên li Sûriyê” raportek li ser kuştina bikêmahî 82 penaberên filistînî dibin îşkenceyê de li ser destê rêjîma Esed di sala 2018 de belav kir.
Grûpê di raporta xwe de got ku hejmara kesên kuştî dibin îşkenceyê de, her ji tîrmeha sala borî ve zêdetir bûye, û bal kişand ser belgekirina kuştina 31 girtî.
Grûpê ragihand ku hemû şehîdên binçavkirî yên hatine kuştin dibin îşkenceyê di girtîgehên rejîmê de; ji ciwanan bûn, û ji herdu kampên “El-A’dîn” yên li herdu parêzgehên Humis û Hamayê bûn.
Tê zanîn ku ji aliyê “Grûpa Karê ji bo Filistîniyên li Sûriyê” kuştina 1680 penaberên filistînî, 106 jin di nav de hebûn hatibû belgekirin, hevdem ligel berdewamiya rejîmê di bêdengî û veşartina çarenivîs û cihên girtin û binçavkirina wan.
Herwiha Grûpê di nîva meha borî de, raportek ji kêmanî bi kuştina 563 penaberên filistînî di bin îşkenceyê di girtîgehên rejîma Esed de belav kiribû.
Grûpa navhatî da zanîn ku girtiyên Filistînî yên di zindanên rêjîma Esed de, bi hemû awayan li şaxên ewlekariyê û di girtîgehan de bêyî hebûna ti formên çavdêriya însanî û tenduristiyê rastî îşkenceyê tên.
Hêjayê gotinê ye ku 150 hezar penaberên filistînî ji 650 hezarên ku li Sûriyê bûn, koçberî dervî welat bûne, li gorî beşa lêkolînên Grûpa Kar, û bêtir ji 60% ji yên mayî bi kêmayî carekê di nava Sûriyê de koçber bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê