Dezgehên ragehandina xwecihî diyar kirine ko derbideriya sivîlan ber bi kampên nêzîk sînorê Tirkiyê ve berdewam e, ji encama berdewambûna bombebarana hêzên Esed û hevalbendên wê li ser gundewarê Hema û Idlibê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa, operasiyonên bombebarana berdewam ji hêla hêzên rêjîma Esed li ser herêmên niştecihan yên di peymana Idlibê de pirotesto kirin, û pirsiyar kir , gelo çi rola Netewên Yekgirtî heye bo sivîlan biparêze? hem jî rola dabîngerên Esed çi ye, ji bo bêserûberiya tawankarî û tiroristiya wî rawestînin.
Acansa Simart anî ziman ko nêzîkî 25 hezar malbat ji gundewarê Hema ber bi bakur ve derbider bûne, ji ber bombebarana hêzên rêjîmê û Rûsya ji destpêka sibata bûrî ve.
Birêveberê kampa derbideran got ku derbider hatine kampa Etma û Kerame li ser sînorê Tirkiyê ji 86 gundên bakur û rojavayê Hemayê, bi taybetî bajarê Qelehet Elmedîq û herêma Cebel Şehbo û Sehil Elxab hatine, bêtir got ku rêjeya amanckirina rojane ji gundan re gihaye 150 guleyên mûşek û topê.
Her weha 90 hezar kes piraniya wan zarok û jin in ji bajarê Xan Şêxûn ê başûrê Idlib derbider bûne, bi sedema topbaran û mûşekan ya berdewam ji hêla hêzên rêjîma Esed.
Tîma hevrêzkar ya alîkariyê anî ziman ko 88942 kes piraniya wan zarok û jin in ji xan şêxûn ber bi herêmên din û kampên aram derbider bûne, bal kişand ser ko hejmara niştecihan berî derbideriyê 104116 kes ji nav wan 23562 derbider bûn.
Çalakvanan ji bajêr destnîşan kirin ko hejmareke mezin ji xelkê xan şêxûn bi sedema rewşa wan ya abûrî ya nebaş nikarîbûn ji wir derkevin, û bang li rêkxistinên mirovî û yên hawarhatinê kirine ko piştgiriya wan bikin.
Pêlên derbiderbûnê ji xan şêxûn ji destpêka bombebarana hêzên rêjîmê ya mûşek û topê li ser taxên niştecihan 09 sibata bûrî, ko bêtir ji 24 sivîlan hatine kuştin, û bi dehan birîndar bûne, hem jî wêraniyeke mezin li navendên zindîdar û yên fêrkirinê û milkên sivîlan çêbûye.
Çalakvanên xwecihî bang li rêkxistinên mirovî û yên hawarhatinê kirine tako pêdiviya derbideran ji sotemenî, û pêdiviyên raketinê û tankên avê dabîn bikin, ji ber zêdebûna sermê û baranhatinê û kêmbûna xizmetên bingehîn li kampan.
Gundewarê Hema û Idlib berdewam dikevin ber bombebaran û topbaran û mûşekên hêzên rêjîmê û Rûsya, di encamê de kuştî û birîndar çêbûne, tev ko tekez dikin ko peymana Idlibê ya ko gerek bombebaran li ser herêmê raweste berdewam e.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî