Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê keyfxweşiya xwe anî ziman bi encamên raporta dawiyê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî, ku bikaranîna “keresteyên kîmyayî yên jehrayî” di bombebarankirina bajarê Dûma de yê li gundewarê Şamê di operasyona leşkerî ya ji aliyê rejîma Esed li dijî sivîlan li Xûta Rojhilat li sala borî piştrast kiribû.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî û dewletên kartêker kir, ku li gorî encamên raportê bixebitin, û gavên pêwîst ji bo sizadana kesên berpirsiyarên bikaranîna çekên kîmyayî bevêjin, û ev yek bi bi beşek ji pabendbûna bi “Sozên bi bersivdanê” dît di dema bikaranîna van çekên qedexekirî dubare bibe.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku hêjî ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî tê xwestin “Aliyê berpirsyar di ber bikaranîna êrîşan de destnîşan bike, ne tenê piştrastkirin bikaranîn yan bikarneanîna çekên kîmayî” li gor desthilatdariya wê ya berfireh di qonaxa wê ya nû de.
Hevbendiya Niştimanî careke din tekezî kir li ser girîngiya piştgiriya karê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ji bo encamdana lêkolînan di hemû bûyeran de, û ji bo hevkariyê ligel rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî yên rabûne bi belgekirin û li şopandina gelek ji van bûyeran, yên ku lêpirsîn li ser nehatine pêkanîn ji aliyê rêxistina navnetewî.
Herwiha daxwaza belgekirin û dûvçûna lêpirsînê kir heta destnîşankirina navê aliyê berpirsyar bi zelalî, û piştre bicihkirina dadperweriyê li hember hemû şehîd û birîndaran û sizadana kesên berpirsiyarên vê tawanê û hemû tawanên hevşêwe, herweha rêgirtin li hember pêkanîna tawanên din li dijî gelê Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyayî yan jî bi her awayekî din be.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî