Çalakvanên bajarê Efrînê tekez kirin ku keçeke 17 salî berî 3ê rojan jiyana xwe ji dest da di encama xirabûna rewşa tenduristiyê li hindir kampên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê li bakurê Helebê.
Çalakvan Mihmed Hesen ji malpera mere ragihand ku di encama xirabûna rewşa tenduristiyê keça bi navê Erîfa Bîlal ji gundê Qediye ê bi ser bajarokê Raco ve jiyana xwe ji dest da li hindir kampên PYDê.
Her wiha Hesen diyar kir ku Erîfa Bîlal ji sedema tunebûna xizmetên tenduristiyê li hindir kampên PYDê jiyana xwe ji dest da û got: “Erîfa bi nexweşiya sehaya ketibû lê Çekdarên PYDê û rêjîma Esed rê nadin xelkê da ku herin Helebê ji bo wergirtina çareseriyê bi hêsanî”.
Hesen bal kişand ku bi dehan zarokên biçûk jiyana xwe ji dest dane di encama têkçûna rewşa tenduristî li hindir kampên PYDê li bakurê Helebê.
Tê zanîn ku Rêxistinên mafên mirovan li Efrînê tekez dikin ku PYDê derdora kampên xwe li gundewarê Helebê bombe kirine, da welatî venegerin ser mal û milkên xwe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê