Çalakvaneke Siwêdî diyar kir ko milîtanên PYD tawankariyên cengê derheqê Aşûriyên Sûriyê pêk anîne, û salixê ragehêner û siyasetmedaran bi “ker û lal in” da, çimkî rastiyê derheqê wan tawankariyan nabêjin.
Acansa Anadol gotareke çalakvana Siryanî ya Siwêdî ya bi tuxmê xwe Sûrî ye Karolîn Enfiya Xamo ko ji malpera televizyona fermî ya Siwêdî re nivîsandibû guhast, tê de aniye ziman ko ew milîtan tawankariyên kuştinê derheqê sivîlan de pêk tînin, hem jî dest datînin ser xak û milkên Siryanan.
Û diyar kir ko çendîn Siryan û Aşûriyên ko desthilata ferizkirî nepejirandine, hatine kuştin û revandin û êşkencekirin.
Her weha operasiyonên guhertina dîmugrafî yên ko ew milîtan pêktînin çêbûne, û diyar kir ko çendîn raportên rêjxistinên navdewletî derbarê operasiyonên koçkirina kotekî hene.
Çalakvana Siwêdî di gotara xwe de bal kişand ser ko dibistanên Siryan û Aşûriyan ketine ber zêdegaviyên milîtanên PYD, çimkî rêbaza xwendinê ya wan milîtanan ya ji tebaxa sala bûrî ve li herêmê feriz kirine red kirine.
Destnîşan kir ko welatê ko lê dijî Siwêd û cîhan rûyê rasteqîne yên wan milîtanan nabînin, û got ku PYD Siryanan dikuje û çendîn rojnamevan û çalakvan “ker û kal in”, û naxwazin fakterên bûyeran bibînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kiriye ko berdewamiya pêkanîna tawankariyên cengê ji hêla wan milîtanan ve derheqê sivîlan, hişt ko redkirina rewşê bi xwepêşindanan li herêmê diyar bibe.
Û destnîşan kir ko giring e piştevanî bo wan raweste, û vekolîneke navdewletî derbarê wan binpêkirin û tawankariyan çêbibe, û berpirsiyar bikevin ber lêpirsînê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acansa Anadol