Dewletin rojavayî di daxuyaniyeke hevbeş de di bîranîna heştem ya şoreşa Sûriyê de gotin ku rêjîma Esed berpirsiyara yekem e di ber tiştê li Sûriyê çêbûye de, bi sedema kirdeyên wê yên hovane beraber daxwazên miletê Sûrî yên rewa.
Daxuyaniya ko ji desthilata Firensa, Elmanya, Birîtanya û Emerîka derketiye, bal kişandiye ser ko miletê Sûrî berî heşt salan derket xwepêşindanan û daxwaza azadî û dadweriyê kir, lê rêjîma Esed bi hovîtî beraberiya xwepêşinderan kir.
Daxuyaniya dewletên rojavayî destnîşan kir ko bersivdana hovane ji hêla rêjîma Esed ve bo daxwazên milet yên çaksaziyê, gelek bûyerên mezin çêkirin û bûn sedem ko mezintirîn qeyrana mirovî ji cenga cîhanî ya duyem ve pêk were.
Di daxuyaniya ko li ser malpera fermî ya wezareta derve ya Birîtanî belev bûye hatiye nivîsîn: Em zilam û jinên qehreman yên ji beşên corbicor yên gelê sûrî yên ko bizav ji bo paşerojeke baştir bo hemû Sûriyan kirine bilind dinirxînin.
Daxuyaniyê anî ziman ko bêtir ji 400000 zilam û jin û zarokî hatine kuştin, û bi dehhezaran li zindanên Esed de hatine veşirtin û ketine ber êşkence û tunekirinê. Û bal kişandin ser aloziya serjimara hejmara rastî ya sivîlên bi êşkence û birîçîkirinê û zordestiya rêjîmê û piştgirên wê jiyana xwe jidest dane.
Daxuyaniyê got ku zordariya rêjîmê li ser miletê Sûrî hêj berdewam e. Wek bersivdanekê ji behaneyên rêjîmê û piştgirên wê re, yên ko hewil didin cîhanê bi bidawîkirina kêferatê bidine bawerkirin, û got ko nuha nêzî 13 milyon Sûrî pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî heye, û rêjîm astengiyan bo gehandina alîkariyan çêdike.
Herçar dewlet dibînin ko çareseriya leşkerî ya ko rêjîm dixwaze bi piştgiriya Rûsya û Îranê misoger bike, nikare aştiyê pêk bîne. Bêtir got ku gihiştina çareseriya siyasî ew rêka tenê ye bo bidawîkirina tundûtûjiyê û aloziyên abûrî, hem lihevkirineke herdemî dabîn dike.
Herçar dewletan (Firensa, Elmanya, Birîtanya û Emerîka) di daxuyaniya hevbeş de tekez kirine ko ew piştgiriya biryarên Cinêvê dikin bo veguhastina siyasî ya ko Netewên Yekgirtî pêşkêşiya wê dike, û biryara encûmena ewlehiyê ya hejmar 2254 bo aramî û aştiyê li Sûriyê pêk bîne. Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî