Teyar Almusteqbel ya Libnanî ya ku serokê desthilatê Seed Alherîrî serokatiya wê dike, doh yekşemê, rêjîma Esed bi kuştina welatiyekî Libnanî û revandina du hevalên wî li devera Arsal ya sînorî roja pêncşema bûrî, tohmetbar kir.
Û di daxwiyaniya Teyar Almusteqbel de hatiye ku rêjîma Esed Hisên Alhucêrî kuşt û herdû hevalên wî Wisam Kernebî û Nayif Zayid revandin û ew birin Sûriyê, piştî ku leşkerên wî derbasî xaka Libnanê bûn, dema ku hersî xortan spora nîçîrê dikirin.
Û Teyar Almusteqbel di daxwiyaniya xwe de got: “ Ji termê şehîd Huceyrî, yê ku ewlekariya giştî roja şemiyê êvarî ew vegerandiye, diyar dibe ku ew tuşî êşkenceyê bûye û bi alaveke tûj li serê wî hatiye dan”, û diyar kir ku “hîna çarenûsa herdû hevalên wî nediyar e, di heman dema ku em bi alîkariya ewlekariya giştî ji bo naskirina çarenûsa wan û azadkirina û vegerandina wan a bi sallemî bo mirov û welatên wan kar dikin”.
Û Teyar Almusteqbel dibîne ku “ Tiştê çêbû dijminkariyeke metirsîdar e dijî Ersal û xelkên wê, yên ku careke din baca xwînê didin, tenê ji ber ku ew hevwelatiyin libnanî ne û li ser xakeke paşguhkirî dijîn, û li ser sînorê libnanê yê ku rojane destdirêjî ji hêla artêşa Esed li ser dibe”.
Û Teyar Almusteqbel dît ku sedema destdirêjiya berdewam ji hêla rêjîmê ve dijî Arsalê ew e ku “wî bajarokî pêşwaziya derbiderên sûrî yên ji zordariya rijêmê ji sala 2011 ve reviyane kiriye, û daxwaz ji desthilata Libnanê kir ku careke din guh bide bilincihên Arsalê, û aktîvkirina rola artêşê ji bo sînor kontrol bike, û nehêle tukes serweriya Libnanê binpê bike.
Dezgeha Ewlekariya Giştî ya Libnanî, doh roja Şemiyê,termê Huceyrî ji Sûriyê vegerandine, piştî ku pêncşemba bûrî li gel herdû hevalên wî wenda bibûn, û Ewlekariya Giştî term ji nexweşxaneya Nebek ya sûrî bo ya “Elyas Hirawî” ya Libnanî ya hikûmetê ya li Zehlê veguhestibû, di riya xala Mesneh ya sînorî re.
Tê zanîn ku kamp li devera Ersal ya sînorî hene, ku bi deh-hezaran penaberên sûrî lê dijîn û piraniya wan ji devera Qelemon a sûrî ne, ji encama bombebarana rijêmê ji gund û bajarokên wan re sala 2011, û her weha hêzên rijêmê kampa Ersal ji destpêka şoreşa sûrî de bi berdewamî bombebaran dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûşrî