Ji aliyê çalakvanên mafên mirovan û zêdetir ji deh rêxistinên civaka sivîl, roja yekşemê, bangeke mirovî hat ragihandin ji bo rawestandina herfandina kampên penaberên Sûrî li Libnanê, û pabendbûna bi peymanên navnetewî yên hatine îmzekirin ji bo parastina penaberan.
Li gorî daxuyaniya wan rêxistinan: “Bang hat ragihandin piştî belavbûna agahiyan li ser biryarekê ku hatiye standin ji aliyê asta herî bilind ya desthilata siyasî ya Libnabê ji bo herfandina van kampên çêmento; û ev yek jî tê bi wateya derbidirkirina nêzîkî 35 hezar penaberên Sûrî bêyî misogerkirina ti alternatîvên mirovî ji wan re”.
Daxuyaniyê diyar kir ku “piraniya wan penaberan ji deverên Sûriyê ne yên di şert û mercên pir xirab de ji aliyê aborî û ewlehiyê de dijîn, weke Heleb, Idlib û Humsê, û ji hejmareke mezin ji kesên reviyane ji ber leşkerkêşiya bi darê zorê, yan jî ji kesên dijberên rejîmê piştî peydabûna krîza li Sûriyê her ji sala 2011’an ve “.
Daxuyaniyê tekez kir ku “hewldanên ji bo vegerandina penaberan ji bo Sûriyê bi darê zorê bi rêya fişaran û tirsandinê, ne bi tenê li dijî yasa mirovî ya navnetewî ye, lê herwiha jî berevajî erkên Libnanê yên navnetewî ye li gorî (Danasîna Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Peymana Li Dijî Îşkenceyê, û protokola îmzekirî ya (UNHCR)).
Di daxuyaniyê de hatiye ku “herfandina kampên penaberên Sûriyê li Libnanê ti encamên baş li pişt xwe nayne, ji ber ku penaberê Surî yê ku bi jiyana di bin konên çîmento di şert û mercên herî zehmet de razî bûye, ji tirsa malwêranî û îşkenceyê razî bûye “.
Wan çalakvan û rêxistinan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de bang li “hemû aliyan kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin “, ji ber ku derdeseriya penaberan û bargiraniya rêxistinên xêrxwaz û civaka Libnanê zêdetir nebe.
Daxuyaniyê bang da ji bo destûrdariya komele û rêxistinên sivîl û herêmî û navnetewî “ji bo avakirina konan li gorî saloxetdanên destûrî li ser erdên kirêkirî ji bo pêdawîstiyên malbatên zerermend bê kêmî û zêdebûn dabîn bike, herweha derxistina malbatên bi banê kevir de dijîn û bicihkirina wan di van konan de, ku têde mercên paraztinê û jiyana xweş û saxlem dabîn bibe”.
Rêxistina “Human Rights Watch” jî li roja îna borî di raportekê de li ser malpera xwe ya fermî, daxwaz ji karbidestên Libnanî kiribû ku “ti kesekî venegerênin Sûriyê, bêyî ku berî wê derfeteke dadmend bo wan were dayîn ji bo piştrastkirina pêwîstiya wan bi parastinê û misogerkirina ku rastî metirsiyeke rasteqîn û zilmê yan jî îşkence yan jî her ziyaneke din nebin”.
Li destpêka heyva gulanê ji aliyê Konseya Parastina Bilind ya Linanê ve biryarek hatibû standin ji bo hilweşandina bi sedan mal û konên penaberên sûrî, û biryar di 10’ê meha hezîranê de dê bikeve di warê cênicêkirinê de, û wê demê pêwîst e ku Komîsyon bi dabînkirina kampên alternatîf ya xêvetan ji bo penaberan rabe.
Tê zanîn, ku siyasetmedarên hevpeyman ligel Hizbullaha terorîst, li demeke pêştir banga vegerandina penaberan ji bo Sûriyê xurtir kirine, û rayedarên Libnanê fişaran têxin li ser Komîsyonê ji bo organîzekirina vegerê, tevî şert û mercên bitirs û giran ên vegera penaberan li nav deverên di bin destê rejîma Esed de.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî/ horrya press