Toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporteke xwe de tekez kir ko rêjîma Esed dîsa çekên kîmawî li herêma Elkabîne li gundewarê Laziqiyê 19 vê mehê bikar anîne, û got : Giring e Emrîka, Firensa û Birîtanya sozên xwe bicih bînin.
Raporta toreyê tekez kir ko êrîşa kîmawî li ser gundê Elkabîne pêk hatiye, di çarçoveya operasiyonên leşkerî yên rêjîmê û Rûsya de ya ji 26 nîsanê de li ser herêma Idlib û gundewarê Hema û yê Laziqiyê .
Raportê bal kişandiye ser ko rêjîm bi bikaranîna çekên kîmawî yasaya navdewletî ya mirovî û peymana qedexekirina çekên kîmawî û hemû biryarên hejmar 2118, 2209, 2235 binpê dike, û tekez kir ko bikaranîna çekên kîmawî tawankariyên cengê ne li gora peymana Roma ya bingehîn ya dadgeha tawankariyên navdewletî.
Toreyê tekez kir ku giring e her çar endamên herdemî yên Encûmena ewlehiyê fişarê bidine ser desthilata Rûsya bo piştgiriya xwe ji rêjîma Esed re ya ko çekên kîmawî bikar tîne rawestîne û wê aşkere bikin.
Toreyê daxwaz ji yekîtiya Ewropî û Emrîka kir ko piştgiriya alava navdewletî ya bêlayen ya ko bi biryara komelgeha giştî hejmar 248/71 ya 21.01.2016 derçûye bike, û dewletên ko pirinsîba wilayeta dadwerî ya cîhanî li rex wan heye, dadgehên xwecihî yên peyketina tawankariyên cengê yên ko li Sûriyê çêdibin vekin.
Raportê daxwaz ji rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî di wilayeta wê ya nû de kir ko berpirsên êrîşa li ser Elkabîne û yên din destnîşan bike, û berpirsiyariyê bêtir bide ser Encûmena ewlehiyê û civaka navdewletî ko peywendiyê bi rêjîma çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar tîne nekin.
Raportê got ku giring e dewlet bêtir yek bin li dijî rêjîma ko herî bêtir çekên kîmawî di vê sedsalê de bikar anîne, û divê jidil bilivin û bi komelî sizayin tund û yên rastî bidine ser û bila hevpeymaneke mirovî bi amanca parastina sivîlan ji çekên kîmawî û bermîlên teqîner çêbikin , çimkî Rûsya dê bi hezarê caran bi bikaranîna vîto Encûmena ewlehiyê asteng bike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî