Parastina Sivîl ya Sûriyê, duhî roja sêşemê ragihand, ku biqasî 200 hektarên dexludan ji erdên çandiniyê bi mebest ji aliyê Rûsya û hêzên rêjîma Esed di dema kampanya leşkerî de ya li ser bakurê Sûriyê hatin şewtandin.
Li gorî çalakvanan, ziyanên mezin li cotyaran bûn ji egera şewitandina zeviyên wan, û di daxuyaniyekê de ji bo ajansa “Smart”, rêveberê Ajansa parastina sivîl li devera “Zorba” li deşta Hemayê, Ali Cuma, diyar kir ku bombebarana berê ya Rûsya û rejîmê, bû sedema şewitandina 50 hektar zeviyên ceh û genim, û bal kişand ku ew hektar nehatibûn çinîn.
Wî bal kişand ku bombaran bû sedema şewitandina 150 donim ji zeviyên hatibûn çinîn, û kaya wan zeviyan ya ku weke êm ji bo sewalan tê bikaranîn hat şewtandin, û şewtandina kayê jî ziyaneke li cotyaran.
Wî da zanîn ku xuya dibe ku rûberên mezin ji erdên çandiniyê bi bombebaranê hatine şewitandin, û da zanîn ku her hektarek ji çandiniya cehî berhem biqasî 2.5 ton dide.
Ku bombebarana esmanî ji aliyê balafirên Rûsya û rêjîmê di vê dema dawî de, li ser gundên “Albewabiyê” û “Alkmara” û “Albrkom” li başûrê bajarê Helebê, bû sedema şewitandina qadên mezin ji erdên çandinîyê û mirina jimareke mezin ji sewalên xelkê deverê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî