Çalakvanên bajarê Kobanê tekez kirin ku di 3ê rojên bûrî de derdora 1500 hiktar ji zeviyên cotkaran şewitîn, û xelk rêveberiya PYDê berpirsyar dibînin di ber vê rewşê de.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku 1500 hiktar ji zeviyên genim û ceh li gundên Qecerê , bîrmele , Hecbekir, Qeremux,Eîn betê, Diyaban û Yaremez li gundewarê Kobanê şewitîn.
Mihemed tekez kir ku cotkarên Kobanê zirarên mezin dîtin ji encama şewata zeviyan .
Mihemed da zanîn ku cotkarên Kobanê dibêjin PYDê derfet da xwediyên patozan ku biçin parêzgeha Heskê û Reqa û zeviyên genim û ceh li kobanî bêçinîn hiştin.
Her wiha Mihemed bal kişand ku bû sedema mal-xirabkirina cotkarên Kobanê ji aliyekî ve nirxê kirîna berhemên cotkaran yê genim û ceh erzan kirin û ji aliyekî ve zevî hatin şewitîn.
Tê zanîn ku cotkarên Kobanê nerazbûna xwe berdewam nîşan didin ji biryara rêveberiya PYDê ji bo nirxê kirîna berhemên çandiniyê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrê