Deh rêkxistinên sivîl yên Libnanî kampanyek li dijî nijadperestiyê û ji bo piştgiriya penaberên Sûrî û mafên wan li Libnanê dest pê kirin, û daxwaz kirin ko nehêlin kîndarî li dijî penaberan çêbibe û rêza peymanên navdewletî bigirin û rola penaberan di bihêzkirina abûriya Libanê de bêtir bikin.
Rêkxistinan di daxuyaniya xwe de duhî pêncşemê gotin ku gotara kîndar dê bihêle bêtir tundûtûjî li dijî penaber û koçberan çêbibe, û gotin: ‘’ di çend hefteyên bûrî de çend rûdaw çêbûn wek koçkirina penaberan, sotandina çadiran, tirsandina karkeran li cihê karên wan û tevrakirina li dijî takekesên hejar û danîna rêbendan ji hêla hin sivîlan ji penaberên Sûrî daxwaz dikin ku bar bikin. ‘’
Ev kampanya rêkxistinan dest pêkir piştî du rojan ji derçûna daxuyaniyekê ji hêla bi dehan rewşenbîr, rojnamevan û çalakvanên Libnanê di roja sêşembê de ku di daxuyaniyê de kampanya nijadperestî ya li dijî penaberên Sûrî pirotesto kirin, û yên ku daxuyanî imze kirine destnîşan kirin ko kampanya nijadperestî bi serpereştiya wezîrê derve Cibran Basşl e.
Daxuyaniya rewşenbîran hişyarî ji metirsiya vê regezperestiyê daye, ko wê dergehekî nebaş di dîroka Libanê ya nûjen de veke û dê peywendiyê Liban û Sûriyê yên paşerojê xerab bike û berî her tiştî ji mirovahiya mere ne baş e.
Yên daxuyanî imze kirine daxwaz kirine ko daxwaznameyan ji dadweriyê re hildin û ji parêzer û rêkxistinên mafên mirovan daxwaz kirin ko tevbigerin tako kampaniyê rawestînin û tekez bikin ko giring e bi yasayên lidijî regezperestiyê pabendiyê bikin.
Desthilata Libnanî vê dawiyê biryarek derxist bo ku Sûriyên ne bi rêkên yasayî derbasî Libnanê bûne piştî 24ê nîsana 2019ê û wan ji Libnanê derxîne û radestî fermanberiya koçberan ya bi ser desthilata rêjîmê ve bike, ev mijar li dijî destûra Libnanê ye wek ko hindek mafnas dibînin .
Fermanberiya karûbarê penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di dema dawî de çend civîn digel parêzer, rojnamevan, çalakvan û siyasetmedaran pêk anîne, di civînan de binpêkirinên derheqê penaberên Sûrî li Libnanê pêk tên gengeşe kirin, her weha kar bibe bo pêrabûnên yasayî bikin tako rêkê ji wan binpêkirinan re bibînin û penaberan biparêzin û mafên wan li wan vegerînîn.
Seroka fermanberiya karûbarên penaberan Emel Şêxo diyar kir ko desthilatdarên Libnanî pêrabûyine nebûyî derheqê penaberên Sûrî kirine, destnîşan kir ko hin efserin Sûrî yên ji rêjîmê cuda bûne armanc kirine tako wan radestî rêjîmê bikin.
jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî