Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pêşketinên siyasî yên navnetewî yên dawiyê derbarê doseya Sûriyê bi şandek ji Wezareta Derve ya Amerîka re gotûbêj kirin, tevî gotûbêjkirina hewldanên bêwest ji bo çalakkirina prosesa siyasî li Cinêvê, li gor biryarên navnetewî û yên Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî, bi taybetî herdu biryarên konseya Ewlekariyê 2118 û 2254.
Ev yek hat bi rêka lidarxistina civînekê doh roja înê sibehê, di nava şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi serokatiya serokê wê Ebdul Rehman Mistefa, û şandek ji Wezareta Derve ya Amerîka bi serokatiya mezinê rawêjkarên Amerîkayê Richard Ootzn, û bi hev re dumahîk rewşa meydanî û siyasî û êrîşa leşkerî ya rêjîmê û Rûsya li bakur-rojavayê Sûriyê, û tevî destdanîna Îranê li ser saziyên leşkerî û ewlekarî û civaka Sûriyê, gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku şandeya Amerîkayê ” pêşketinên dawiyê şirove kirin”, û bal kişand ku derfetek heye ji bo pêşveçûna pêvajoya siyasî, bi taybetî di dema damezrandina koma navnetewî ya berfireh ji bo piştgirîya hewldanên nûnerê Netewên Yekbûyî ji bo damezrandina Komîsyona Makezagonê, hevdem ligel destpêkirina pêvejoya danûstandinên li Cinêvê û gotûbêjkirina pagêcên din ên taybet ji bo hukmraniyê û pirosesa hilbijartinanê û şerê li dijî terorîzmê.
Mistafa supasiya şandeya Amerîkî kir li ser bizavên Amerîka ji bo kêmkirina zêdegaviyan li Sûriyê, û ji bo gihîştina agirbesteke berfireh, û tekezî li ser metirsiya gefa berdewamiya topbaranê li ser navendên bijîşkî û avahiyên welatiyan tevî topbarana xalên kontrolê yên Tirkiyê kir.
Mistefa bal kişand li ser pêwîstiya vekişîna hêzên rejîmê ji derveyî hêlên îlona 2018’an, û paşî neçarkirina wê li ser agirbestê bi rêya fermanên hişk.
Herwiha şandeya Hevbendiyê bal kişand li ser rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û zêdegavîyên dijî mafên wan, û tekezî li ser pêwîstiya bizaveke bilez kir ji bo rawestandina van binpêkirinan û parastina wan, û herwiha bal kişand li ser pêwîstiya hewldanên Amerîkayê û yên navnetewî ji bo bersivdana pêwîstîyên mirovên derbider li kampa Al-Rikban ya li nêzîkî sînorê Urdunê, û kampa Hol li Hesekê, û çareserkirina pirsgirêkên wan bi awayekî ku parastin û ewlehî û hewcedariyên wan dabîn bibin.
Hevbendiya Niştimanî dîsa supasiya bizavên Tirkiyê û Amerîkayê kir derbarê hewlên rêkeftinekê li ser bakur-rojhilatê Sûriyê, bi awayê dabînkirina parastin û misogerkirina ewlekariya gelên Sûriyê û Tirkiyê û ewlekariya netewî yên herdû welatan.
Herwiha boçûn li ser bingehê dabînkirina sîstema hukimdariya li deverên rizgarkirî ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya van deveran hatin pevguhertin, da ku bibe alîkar ji bo jiholê-rakirina rêxistinên terorîst û hizr û bîrên tundrê bi awayekî mayînde û bihêzkirina yekîtiya gelê Sûriyê û axa wê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî cext li ser girîngiya mijara jinavbirina sedemên sereke yên terorê û tundûtîjiyê kir, di serî de milîsên mezhebî yên Îranê, û destêwerdana Îranê di karûbarên navxweyê yên Sûriyê de.
Wî di civînê de got ku divê ev milîs ji Sûriyê derkevin, û divê destêwerdana rejîma Îranê li nav karûbarên navxweyî yên Sûriyê bidawî bibe.
Herdu aliyan tekezî li ser pêdiviya çalakkirina sîstema lêpirsîn û dadweriya veguhêz, û sîstema sizayên aborî û yasayî kir.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî