Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS civata xwe ya normal roja Înê 28-6-2019 li bajarê Qamişlo li dar xist.
Civata ENKS hin doseyên giring derbarê avakirina herêma aram û têkiliyên li gel rikberiyê û rewşa dawî ya deverê û bi taybetî agirê bi zeviyên cotkaran dikeve, gengeşe kirin.
Mihemed Mistefa endamê Encumanê ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku civata wan bi firehî li ser van doseyan rawestiya, û derbarê avakirina herêma aram tekezî li ser helwesta ENKS ya berê kir, ku pêwîst e herêma aram di bin serperiştiyeke Navdewletî de be.
Derbarê têkiliyên Encumanê Mistefa diyar kir ku ENKS beşekî sereke ye ji rikberiya Sûrî, û pêwîst e têkiliyên wan bi hêztir bibin, û rikberî bi xwe bervaniyê di ber mafê gelê Kurd de li Sûriyê bike.
Endamê ENKS derbarê şewata zeviyên çandiniyê; got ku Encuman wê bizavê bike da dengê van cotkarên ziyan li wan bûye bighîne cihên biryara navdewletî û rêxistinên cîhanî.
Û got ku lidarxistina kongirê Çaremîn ê Encumanê di civatê de hat gengeşekirin, û civatê biryar da ku piştî sê heyvan were lidarxistin.
Û her weha civata ENKS rewşa rêxistinî ya pêkhatên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li paş xist û veguhest civateke din.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî