Hêzên rijêmê û Rûsyayê hîn jî berdewam in di armanckirina xalên pizîşkî û nexweşxaneyên meydanî li gundewarê Hema û yê Idlibê, û armanckirina wan ya vê dawiyê ji tîmên pizîşkî re li bajarê “Keferzêta” li gundewarê Hemayê, bû sedema şehîdketina sê xwebexşan ji girûpa feryadhatinê yên Rêveberiya Tenduristî ya Hemaya Azad.
Û hin çalakvanên meydanî gotin ku balafirên şer yên Rûsî bi şêweyek yekser otombêleke feryadhatinê ya bi ser rêvebiriya tenduristî ya Hemaya Azad li bajarê “Keferzêta” li gundewarê Hemayê yê bakur armanc kir, û ev bû sedema şehîdketina du endamên feryadhatinê û ajovanê otomobîlê.
Û rêveberiyê di daxwiyaniya xwe de ya li ser malpera medya civakî “ Facebook” doh yekşemê hatiye belavkirin, ji dezgehên NY û civaka navdewletî daxwaz kiriye, ji bo berpirsyariyên xwe hilgirin û bombebaranê rawestînin û kadroyên pizîşkî û birîndaran ji armanckirina rasterast biparêzin.
Û daxwiyaniyê amaje bi berdewamiya gurkirina leşkerî ji aliyê rijêmê û Rûsiya ve li bakurê Sûriyê kir, û got ku “ pê re tevaya rengên jiyanê têne kuştin, û kadroyên feryadhatinê yên pizîşkî û karmendên di biwarên mirovî de tên kuştin”, û dît ku ev dibe binpêkirin ji yasayên nevdewletî re yên ku di biryarên NY de hatine derbarê parastina sivîlan û bêalîkirina kadroyê pizîşkî û mirovî ji armanckiria rasterast”.
Û daxwiyaniya rêveberiyê got ku “ di binpêkirineke nû dijî kadroyên pizîşkî de, balafirên dagîrkeriya Rûsî otombêleke bi ser saziya feryadhatinê ve ya rêveberiya Hema bi rengek rasterast armanc kirin, û bû egera şehîdketina karmendên feryadhatinê Mistefa Alhesen û Silêman Mihemed û ajovan Abdulbasit Mubarek”.
Û rêveberiyê berpirsiyariya rawestandina bombebaranê û parastina kadroyên pizîşkî û birîndaran ji armanckirina yekser û bê cudakirin, da ser mile dezgehên NY. Û tekez kir ku rêveberî di riya saziyên xwe yên pizîşkî û feryadhatinê di karê xwe yê ji bo sivîlan û parastina jiyana wan de berdewam e.
Û hin raporên meydanî gotibûn ku bombebarana Rûsî û ya rijêmê 63 nexweşxane û navendeke pizîşkî , 27 navendên Berevaniya Sivîl a Sûrî, 91 avaniyên perwerdeyê , heyşt kampên derbideran , 14 nanpêjgeh , 13 sûkên gelêrî û her weha 2 baregehên avê û 3 stasyonên elektrîkê , ji destpêka operasyênên leşkerî yên Rûsiya û rijêmê li ser deverên kêmkirina şer û pevçûnan di meha sibatê de, armanc kirine.
Û ji berî bêhtir ji 90 rojî de, balafirên rijêmê û Rûsyayê dest bi helmeteke bombebarana asîmanî li ser deverên rizgarkirî kirine, û bi şêweyek yekser avahiyên giştî û nexweşxane û dibistan û xalên Berevaniya Sivîl û xalên pizîşkî armanc kirine, û bû sedema têkçûn û wêranbûna bidehan avahiyên giştî û yên pizîşkî û şehîdketina hejmarek ji xwebexşên wan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî