Desteya “yasanasên Sûrî”, civaka navnetewî bi “temaşevanê bêdeng li xelekên şanoya kuştin û qirkirina xelkê Sûriyê” bi nav kir, û bêdengiya navnetewî hember operasyonên topbarana berdewam li dijî sivîlan û dezgehên girîng li deverên kêmkirina zêdegaviyan yên li bakurê Sûriyê şermezar kir, û peyman û belgenameyên mafên mirovan bi tenê “xamava li ser kaxezê” dan zanîn.
Ji aliyê desteyê nameyek ji bo civaka navnetewî hat şandin û têde got: “Bo miletên cîhanê yên bi bêdengiyek bêliv seyrî kuştina jin û zarokên Sûriyê dikin. Miletê Sûriyê dest bi şoreşa xwe kir, şoreşa azadî û rûmetê , dijî rejîma zordarî û stemkarî û kuştinên rejîma malbata Esed, ne ji bo bibe gef li ser cîranên Sûriyê, yan jî ji bo encamdana kiryarên terorîstî, weke yên Beşar Esed”.
Desteyê, di daxuyaniyekê de got ku “zêdetir ji heşt salên borî em dibêjin, û em dîsa dibêjin we, me tiştek nedît ji bilî bêdengiyê; di heman demê de ku pîrozbahiyên veşartî tên li ser kuştina me û wêrankirina welatê me li ser destê artêşa Rûsya û Îranê û çeteyên tewankar”.
Desteyê da zanîn ku “ji balafirên Rûsya û Esad û milîsên wê, bi sed hezaran tawanên şer û tawanên dijemirov û tewanên jenosîdê li dijî miletê Sûriyê hatine pêkanîn, û hêjî berdewam in li ser tawanên xwe di bin siya bêdengiya cîhanê û pîrozbahiyên wê de”.
Desteyê di nameya xwe de got ku “welatiyên Sûriyê, yasa, peyman, deste û rêxistinên we yên mafên mirovan li hemberî xwe, bi tenê xamava li ser kaxezê dibînin, û tekeziyê li ser berdewamiya şoreşa xwe heta rûxandina celeba Esed û hevalbendên wê yên dagirker û tawankar dikin”.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, civaka navnetewî bi berpirsyar dît li hemberî berdewamiya komkujiyên li dijî gelê Sûriyê li deverên kêmkirina zêdegaviyan, û bal kişand ser ku qurbaniyên van êrişên bêserûber li ser malên welatiyên sivîl, ne tenê qurbaniyên rejîma Esed û hevalbendên wê ne, lê qurbaniyên bêkêrî û xemsariya civaka navnetewî ne jî.
Hevdem ku başûr û rojhilatê Idlibê û herweha deverên deşta Hema û Helebê, her ji 26’ê nîsana borî ve, ketine di bin êrîşên kuştin û wêrankirinê de ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsya, û bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan, û kampanya leşkerî ya dijwar bû sedema koçberbûna bi sedhezaran ji gund û bajarên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî