Netewên Yekbûyî, duh roja sêşemê bi rêya daxuyaniyekê li pêşiya civîna Encûmena Ewlehkariya NY derbarê Sûriyê, ji aliyê nûnerê Sekertêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî ji bo karûbarên alîkariyên awarte “Marc Lokoc”, Rûsya bo yekem car bi piştgiriya rejîma Esed di komkujiya Idlibê de tawanbar kir.
Marc Lokoc got ku “niha, û berî bêtir ji 90 rojan, me li roja 26’ê tîrmehê dît ku çawa bombebarana ji hêla hikûmeta rejîmê ya bi piştevaniya Rusya, bû sedema komkujiyekê li devera kêmkirina zêdegaviyan li Idlibê”, û tekez kir ku rejîm û hevalbendên xwe “bê hedan” berdewam in li ser topbarana navendên bijîşkî û dibistan û navendên din yên binesaziya sivîl, û bi dûrxist ku ev reng bê pilan be.
Rayedarê Netewên Yekbûyî bal kişand ku li gorî serjimêriya ofîsa karsparteyê bilind yê Mafên Mirovan ku herî kêm 450 sivîl ji dawiya meha Nîsanê ve hatine kuştin, di nav wan de bêtir ji sed kesan di herdu hefteyên borî de, û bal kişand ku ev agahî rast in, ligel dîmenên satelîtê, vîdyoyên teqîn û wêrankirina avahiyan, laşên şewitandî û qîrîna zarokan.
Lokoc, Encûmena Ewlekarîya Netewên Yekbûyî han da li ser tevger û “karekî” ji bo zarokên Idlibê, di heman demê de hin çavkaniyên Netewên Yekbûyî ragihandin ku heger hat piştrastkirin ku cihên navendên sivîl yên ji hêla NY ve hatine dayîn bo Rûsya û rejîmê ve hatibin bikaranîn, wê demê dê weke “tawaneke şer” pesend bibe.
Deh dewletên endam yên Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî, ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterich, daxwaza avakirina komîsyonek navdewletî ya lêpirsînê li ser bombebarana rejîmê ya bi piştgiriya Rûsya li ser binesaziyên sivîl li parêzgeha Idlib û bakurê rojavayê Sûriyê kirin.
Herweha Netewên Yekbûyî, duh roja duşemê piştrast kiribû ku oparesyonên topbaranê yên berdewam ji aliyê balafirên rêjîmê û Rûsyayê li ser bakur-rojavayê Sûriyê, her ji 28’ê nîsana borî ve û heta niha, bûne sedema kuştina bêhtir ji 500 kesî û koçberbûna zêdetirî ji 440 hezar welatiyên sivîl.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Rûsya bi berpirsiyariya kampanya leşkerî dît, û gazî civaka navdewletî kiribû ku gavên cidî bistîne ji bo rawestandina bombebarankirina sivîlan.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza zanîn ku Rûsya hevparê rejîmê ye di “komkujiyên” li dijî sivîlan de, û bi tundî êrîşên bombebaranê yên berdewam ji hêla “dijminê Rûs” û rejima Esed ve li deverên sivîl ji nîsana borî ve şermezar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî /Wekalat