Îro şêşemê 27-8-2019 li bajarê Ezazê li Bakurî Helebê, mayîna ku li ser rê wek dafkekê hatibû danîn teqiya û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 9 kesên din birîndar bûn.
Çalakvan Ehmed Elhûseyn ji malpera me re ragihand ku 2 kes hatin kuştin û 9 kesên din birîndar bûn di encama teqîna maynekê li ser riya Kefer Kelbînê – Ezazê bi Otomobîleke rêwiyan de.
Elhûseyn diyar kir ku herdû kuştî mamûstebûn diçûn perwedeyê û armanca teqînê kuştin û tirsandine.
Elhûseyn got ta niha ti aliya teqîn li xwe negirtiyê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî