Amerîka careke din hişyardariyek da kompanî û kesayetan li ser beşdarîbûna di Pêşangeha Şamê ya navdewletî de, û gefên sepandina sizayan li ser beşdaran xwarin.
Balyozxaneya Amerîkî ya li Şamê li ser malperên xwe yên medya civakî yên fermî belav kiribû ku “wê agahî wergirtiye ku hin bazirganên Rojhilata Navîn, yan ji odeyên bazirganî, plan dikin ji bo beşdarî Pêşangeha Navnetewî ya Şamê bibin”.
Wê got: “ji ber vê yekê em dubare hîşyardariyê didin ku her kesek bi rejîma Esed re yan bi hevkarên wê re têkiliyê bike, heye ku sizayên Amerîkî li ser pêk werin”.
Balyozxaneya Amerîka got ku “em careke din dubare dikin ku nayê pejirandin kompanî û bazirgan û odeyên bazirganî yên ji derveyî Sûriye di pêşangeheke bazirganî ya rejîma Esed de beşdar bibin, nemaze di dema ku rejîma Esed û hevalbendên wê Rûsya û pasdarên Iranî, êrîşî sivîlên bêguneh yên Sûriyê dikin”.
Ji berî çar rojan, Balyozxaneya Amerîkî li Sûriyê hişyariyek dabû li dijî beşdarbûna di pêşangehê de, û gotibû ku “ticarî ew kompaniyên bazirganî yan bazirganan han dadin li ser beşdarbûna pêşangeha Şamê ya navdewletî li 28’ê tebaxê”, û bal kişand ku hêjî rejîma Esed dahatiyên xwe yên darayî ji bo êrîşên hovane li dijî gelê Sûriyê bikar tîne”.
Wê ji herkesî daxwaz kir ku bi rêya E-maila wê re têkiliyan bikin, û agahiyan derheqê kompaniyên bazirganî yan bazirganên ku plan dikin di pêşangehê de beşdar bibin bidin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî