Alavên ragehandinê yên xwecihî diyar kirin ko hêzên rêjîma Esed pîrejinek ji bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib kuştine, ji ber wê rê nedaye wan ku kelûpelên mala wê talan bikin, wek li malên din kirine.
Rûpela ‘’ Xan Şêxûn kêlîk bi kêlîk ‘’ got ku Meryem Elşalat derketina ji mala xwe red kir, tevlî bombebarana tund ya hêzên rêjîma Esed û Rûsya li ser herêmê, û got ko pîrejin bi sedema nehêlana talankirina mala xwe hate kuştin.
Ji gava ko hêzên rêjîmê gundewarê Hema yê bakur û hin dever ji gundewarê Idlib yê başûr kontrol kirine, operasiyonên dizî û talankirina mal û dikanan dest pê kiriye, û çalakvanan navê(Tafîş) an jî talankirina kelûpelên malan lê kiriye.
Operasiyona leşkerî ya ko rêjîma Esed û Rûsya li herêmê pêk anîye, bû sedema derbiderbûna bisedhezaran sivîl. û Netewên Yekgirtî ji dawiya nîsanê ve koçberkirina bêtir ji 400hezar kesî ji herêmê ber bi herêmên bêtir aram ve li ser sînorê Tirkiyê serjimar kiriye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî