Serokê desthilata demkî Ebdilrehman Mistefa, tekeziyê li ser giringiya bidestxistina baweriya miletê Sûrî dike, bi riya cîbicîkirina pilanan bi riya pirogramên kar yên rastî ji bo xizmeta hemû sivîlan li herêmên rizgarkirî.
Mistefa spasiya desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ya ko bawerî da damezirandina wezareta nû kir, û tekezî li ser giringiya peywendiya navbera karê siyasî yê bi riya Hevbendiya Niştimanî û karûbarê xizmetgozarî yê desthilata demkî kir, û dibîne ko pêkanîna vê armancê piştgirî ye ji pirosesa danûstandinê re, tako çareseriyeke siyasî ya dadar li Sûriyê bê dîtin, li gora biryarên navdewletî û ya sereke 2254.
Her weha Mistefa tekezî li ser giringiya hevrêzkariya di nav desthilata demkî û Tirkyê de kir, û dibîne ko ew hemû pêdiviyan ji bo karên wezaretan û dezgehên desthilata demikî li ser hemû xaka Sûriyê ya azad dabîn dike.
Ebdilrehman Mistefa diyar kir ko nerîna desthilata Sûrî ya demkî li ser xurtkirina birêveberiya sivîl ya herêmên rizgarkirî ava dibe, ji bo amanc û istiratîciya şoreşa Sûriyê misoger bike, û bibe nimûneyek ji Sûriya paşerojê re, her weha tekezî li ser karê desthilatê bo parastina yekîtiya Sûriyê û rêzgirtina li hemû pêkhatiyên wê, bê cudahî navbera wan de, kir.
Û bal kişand ser “giringiya mezin” a kartêkerkirina desthilata demkî û mukumkirina ewlehî û aramiyê, û tekez kir ko siloganê herî diyar ji bo qonaxa dahatî desthilata yasayê û parastina mafên sivîlan e, û nebûna parkirinên siyasî û piştgirêdana bi kesên pispor û xwedan karîn di hemî waran de.
Desthilatê diyar kir ko ewê kar ji bo yekîtiya hemû alayên leşkerî li jêr navê wezareta berevaniyê û serpereştiya Erkan bike, hem kontrolkirina çekan û berdewamkirina avakirina artêşa niştimanî li ser bingehên pîşeyî yên leşkerî yên rêkûpêk, da karibe berevaniya herêmên rizgarkirî bike, û bibe alîkar ji polîs re ji bo ewlehiyê biparêze.
Û destnîşan kir ko pêşindeya wezareta navxweyî wê karê ji bo serpereştî û birêvebirina dezgehên ewlehiyê û yên polîsan be, ji bo dabînkirina rêzgirtina yasayê û aştiya navxweyî û kêmkirina tundûtûjiyê û nehêlana tawanan û kontrolkirina ewlehiyê ji bo parastina milkên giştî û yên taybet û birêvebirina birêkûpêk ji rêbuhêrkan re.
Û tekez kir ko ewê encûmena dadweriya bala damezirînin, û sistema yasaya ku wê cîbecî bibe destnîşan bikin, û wê dadwerî serbixwe û destpak be, û karê dadgehan kartêker be, û yasa serwer be.
Û got ku warê tendiristî û fêrkirinê li nav plana karê desthilatê heye, û em dê dest bi danîna pirogramên serkeftî ji bo peydakirina zemîneke guncaw ji hemû derbider û koçberan re da li herêmên xwe vegerin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî