Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO), duhî roja duşemê di raportekê de, armanckirina saziyên tenduristiyê di dema kampanyaya leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsyayê de li ser deverên kêmkirina zêdegavên li bakurê Sûriyê şermezar kir.
Rêxistina Navnetewî WHO piştrast kir ku heft avahîyên tenduristî li parêzgeha Idlib, di navbera 28 û 30’ê tebaxê de hatine armanckirin, û ragihand ku lêkolîn li ser çar ji wan êrîşan kirine, di heman demê de hêjî ji bo lêkolînên derbarê êrîşên din dixebitin.
Di raporta WHO de hat ku di nav sazîyên tenduristî de, çar nexweşxane û du navendên çavdêriya tenduristî ya seretayî hatine topbarankirin, di heman demê de navendeke tenduristî ji berî êrîşa leşkerî hate valakirin.
Di raporê de hat gotin ku ev êrîş di demekê de hatin ku dijminkariya li ser parêzgeha Idlibê û derdora wê zêde dibe, û bal kişand li ser zêdebûna hewcedariyên mirovî li Sûriyê bi awayekî gelek mezin.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê dilgiraniya xwe diyar kir li hember koçberkirina zêdetirî 130 hezar kesî ji gundewarên bakurê Hemayê û gundewarê başûr-rojavayê Idlibê bi tenê di meha tebaxê de, û bal kişand li ser pêwîstiya 13,7 milyon kesî bi çavdêriya tenduristî li Sûriyê, di nav de zêdetir ji çar mîlyon mirovî li bakur-rojavayê welêt.
Di dawiya meha borî de, Parastina Sivîl ya Sûrî jikarketina “Nexweşxaneya Taybet ya Al-Iman” li gundewarê rojavayê Helebê ragihandibû, ji ber êrîşên ku tê texmînkirin ku Rûsî bûn, nexweşxane bi awayekî rasterast topbaran kirin.
Hêjayî gotinê ye ku du par ji sê parên endamên Encûmena Ewlehiyê, ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, daxwaza vekolîneke navdewletî li ser êrîşên rejîmê û Rûsyayê li dijî nexweşxaneyên li Idlibê hatine pêkanîn ji destpêka meha tebaxa borî de di daxuyaniyekê de kiribûn, ku Rûsya bi tawana navnetewî li ser bombebarana nexweşxane û xalên bijîşkî di dema kampanya dawiyê ya leşkerî de li ser gundewarên Idlibê tê tawanbarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî